Li Xezzeyê qetlîam berdewam dike: Di nav 48 seatan de 77 şehîd

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 495an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 366 kesan.
Di nav 48 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 77 şehîd û 275 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 2 hezar û 396 kes şehîd bûn, 6 hezar û 325 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di 22ê Çileya 2024an de, Tugayên Îzzeddîn el-Qessam ên girêdayî HAMASê li rojhilatê Kampa El-Megazî ya li navenda Xezzeyê li dijî îşxalkerên sîyonîst kemîneke aloz pêk anîn û 21 leşker û efser hatin bêtesîrkirin. Ev operasyon wekî yek ji mezintirîn windahiyên artêşa îşxalker ji destpêka êrîşa bejahî ve hat qeydkirin.
Rêjîma sîyonîst hemû navçeyên Sûrîyeyê ji Şam, Hemayê, Laziqiyê û Derayê kire hedef; Zêdetirî 20 êrîşên hewayî pêk hatin. Hat ragihandin ku êrîş di sala 2025an de herî dijwar bûn.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (UNOCHA) diyar kir ku stokên xwarinê li Xezzeyê ji ber ku rejîma îşxalker di du mehên dawî de ketina hemî alîkariyên mirovî û amûrên tenduristîyê asteng kiriye bi piranî xilas bûne û gihîştina avê ne mimkin bûye.