Rejima sîyonîst heta niha êrîşeke herî dijwar li ser Sûrîyeyê pêk anît

Rêjîma sîyonîst hemû navçeyên Sûrîyeyê ji Şam, Hemayê, Laziqiyê û Derayê kire hedef; Zêdetirî 20 êrîşên hewayî pêk hatin. Hat ragihandin ku êrîş di sala 2025an de herî dijwar bûn.
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê SANA, rejîma sîyonîst şeva Înê li gundewarên paytext Şamê û derdora Hemayê êrîşên nû yên hewayî pêk anît. Çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku peravên Lazkiye û herêma Îdlibê jî bûne hedef.
Hat ragihandin ku li seranserê welat zêdetirî 20 êrîşên hewayî hatine kirin û êrîş li dijî gelek depo û navendên leşkerî hatine kirin. Hate diyarkirin ku ev êrîş ji destpêka sala 2025an vir ve êrîşên herî dijwar û tund in.
Armancên êrîşan navçeyên Cebel Qasûn, Berza û Heresta yên Şamê, baregehên mûşekî yên li Ezra û Muthebîn ên li Derayê, pergalên parastina hewayî yên li Lazkiyeyê û navendên perwerdeyê yên li Hemayê bûn. Her wiha girên El Hemr ên bakurê Quneytrayê jî hatine hedefgirtin.
Rejîma sîyonîst ji destpêka sala 2025an vir ve zêdetirî 50 êrîş li ser Sûrîyeyê pêk anîye. 44 ji van êrîşan ji asîmanî û 8 jî ji bejahî bûn. Di encama van êrîşan de, herî kêm 33 kes hatin kuştin û zêdetirî 79 depoyên çek û teqemeniyan, navendên fermandarîyê û wesayît jî hatin hedefgirtin.
Artêşa rejîma sîyonîst di daxuyaniyekê de ragihand ku li Sûrîyeyê pergalên parastina hewayî, mûşekên erd-hewa û hinek binesaziyên leşkerî hatine hedefgirtin.
Êrîşên ku tevahiya şevê berdewam kirin, bi taybetî li derdora Şamê bûn sedema teqînên mezin.
Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst, Binyamin Netanyahu, got ku êrîş "hişyariyek" li ser tehdîdên li ser civaka Durzî di bin rêveberiya nû ya Sûriyeyê de ne.
Wezareta Derve ya Sûriyeyê êrîşê bi tundî şermezar kir û wan wekî "zêdebûna aloziyê ya xeternak" bi nav kir, di heman demê de Urdunê jî li ser bêîstîqrariya herêmî hişyarî da. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di 22ê Çileya 2024an de, Tugayên Îzzeddîn el-Qessam ên girêdayî HAMASê li rojhilatê Kampa El-Megazî ya li navenda Xezzeyê li dijî îşxalkerên sîyonîst kemîneke aloz pêk anîn û 21 leşker û efser hatin bêtesîrkirin. Ev operasyon wekî yek ji mezintirîn windahiyên artêşa îşxalker ji destpêka êrîşa bejahî ve hat qeydkirin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 495an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 366 kesan.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (UNOCHA) diyar kir ku stokên xwarinê li Xezzeyê ji ber ku rejîma îşxalker di du mehên dawî de ketina hemî alîkariyên mirovî û amûrên tenduristîyê asteng kiriye bi piranî xilas bûne û gihîştina avê ne mimkin bûye.