Li Zelandaya Nû ji telefonan re hişyarîya tsûnamîyê hat şandin

Piştî erdheja bihêz a li Rûsyayê, li giştîyê welatê Zelandaya Nû hişyariyek mobîl a lezgîn hatiye şandin.
Hişyariya mobîl a awarte got, "Piştî erdheja bi pileya 8.8 ku li nêzî Kamchatka, Rûsyayê qewimî, li peravê herikînên bihêz û neasayî û pêlên nepêşbînîkirî têne hêvîkirin."
Di hişyariyê de hat gotin, "Divê mirovên li ser qeyik, yat û bendergehên behrê qeyik an keştiyên xwe bihêlin û biçin peravê. Heta ku rayedar ji we re nebêjin, venegerin qeyikan."
Her çiqas ji mirovên li ser bejahî re nehatibe şîretkirin ku ji herêmê derkevin jî, ji Zelandaya Nû hat xwestin ku ji avê, tevî peravan, deverên peravê, benderan, çeman, marînayan û estuaran dûr bisekinin.
Her wiha di daxuyaniyê de ji welatiyan hat xwestin ku dernekevin derve û li derdorê negerin.
Hişyarî hemû deverên peravê yên Zelandaya Nû digire nav xwe, di nav de Girava Bakur, Girava Başûr, Girava Stewart û Giravên Chatham hene.
Li gorî weşana neteweyî ya Radyoya Zelanda Nû, tê texmînkirin ku pêlên tsûnamiyê li dora nîvê şevê bigihîjin Zelanda Nû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji Xezzeya ku divê rojane 800 qamyon bikeve hindir re, tenê qasî 5 qamyonan alîkarî ji hewayê hat şandin, ev jî bû sedema nerazîbûnê.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 60 hezar û 332an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 147 hezar û 743 kesan.
Mezintirîn şîrketa rafineriya petrolê ya Pakistanê, Cnergyico, dê di Cotmehê de 1 milyon bermîl petrola Navînî ya Teksasa Rojava ya Emrîkayî (WTI) îtxal bike.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, biryara ku ew ê ji hilberînên ji Tirkîyeyê re têne îthalkirin re ji sedî 15 baca gimrikê bê anîtin erê kir. Hat desntîşankirin ku ew ê ev biryar di nav 7 rojan de bikeve merîyetê.