Li paytexta Îngîltereyê Londrayê di xwepêşandanên ji bo piştgiriya Filistînê hatin lidarxistin de polîsan 77 kes binçav kirin.
Polîsê Bajarê Mezin ê Londrayê ragihand ku di xwepêşandanên ku li Kolana Whitehall dest pê kirin de 77 kes ji ber "binpêkirina qanûnên nîzama giştî" hatin binçavkirin.
Midûrê Emniyetê Adam Slonecki îddia kir ku biryara ku xwepêşander ji Meydana Trafalgarê wêdetir neçin û nêzî avahiya BBCyê nebin, hatiye binpêkirin.
Alîkarê Serokê Koalîsyona Stop The War Chris Nineham jî di nav kesên hatin binçavkirin de bû.
Hevbendiyê diyar kir ku Nineham ji aliyê polîsan ve bi şîdetê hatiye binçavkirin û ev êrîş li dijî azadiyên sivîl e.
Di daxuyaniya ku ji teref koalîsyonê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku ji ber zextên komên alîgirên rejîma îşxalker a siyonîst mudaxaleya polîsan a li dijî alîgirên Filistînê zêde bû. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev êrîşeke hovane ya li dijî tevgera Filistînê û azadiyên sivîl e. Divê Chris Nineham zûka bê berdan."
Polîsê Bajarê Mezin ê Londrayê piştrast kir ku yek ji organîzatorên girtî hê jî girtî ye, lê navê wî nehat gotin. Wî her wiha diyar kir ku wan ji Cotmeha 2023an vir ve li zêdetirî 20 xwenîşandanên neteweyî yên ku ji hêla Kampanya Hevgirtina Filistînê ve hatine organîzekirin ewlehî peyda kirine, lê hejmara binçavkirinên îro herî zêde ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 913an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 750an.
Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS ragihand ku tê payîn lîsteya navên 90 girtiyên Filistînî yên ku di roja ewil a agirbestê de bên eşkerekirin, bê ragihandin.
HAMASê hereketa berxweana Îslamî ya Filistînê got, “Bi ketina rewacê ya agirbestê re, em soza xwe ya bicihanîna xalên vê peymanê dubare dikin. Ev peyman encama berxwedana mezin a gelê me, sebra wan û îradeya efsanewî ya berxwedana me ya qehreman a li dijî mekîneya teror û mirinê ya siyonîst e.”
Îşxala ku ji sibehê ve bi hincetên cuda agirbest binpê kir û herî kêm 31 kes şehîd bûn, ragihand ku agirbest saet 12.15an destpê kiriye. Ji aliyê din ve jî wê di saet 17.00an de hevdîtina yekemîn a rehîneyan pêk were.