Lijneya Hamasê dê li Qahîreyê merhaleya duyemîn a plana aştîyê ya Xezzeyê nîqaş bike
Li gorî rayedarên Misirî, şandeyeke Hamasê bi serokatiya Xelîl el-Heyya li Qahîreyê ye da ku li ser derbasbûna merhaleya duyemîn a plana aştiyê ya Xezzeyê û rageşiyên ewlehiyê yên vê dawiyê li Xezzeyê nîqaş bike.
Çavkaniyek ewlehiyê ya Misrê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Xinhuayê re got ku Misir bi rêberên Hamasê û her weha navbeynkarên Amerîkî û Qeterê re danûstandinên dijwar dike da ku agirbestê biparêze û merhaleya duyemîn a peymanê dest pê bike.
Di hevdîtinan de her wiha li ser avakirina komîteyek ji bo birêvebirina Şerîda Xezzeyê di çarçoveya agirbestê de û çareserkirina îxlalkirinên vê dawiyê yên rejîma îşxalker û zêdebûna rageşiyê li herêmê jî hat axaftin.
Piştî du salan êrîşên rejîma îşxalker, di 10ê Cotmehê de bi navbeynkariya Emrîkayê, Misir, Qatar û Tirkiyeyê agirbest ket meriyetê.
Tevî agirbestê jî, hêzên îşxalker êrîşên xwe li ser Xezzeyê didomînin. Wezareta Tenduristiyê îro ragihand ku ji destpêka agirbestê ve hejmara şehîdan gihîştiye 339 kesan, hejmara birîndaran gihîştiye 871 kesan û hejmara cenazeyên hatine dîtin jî gihîştiye 574 kesan.
Li gorî daxuyaniyê, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di encama êrîşên rejîma îşxalker de hejmara şehîdan gihîştiye 69 hezar û 756an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 170 hezar û 946an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Seddar a Peşawerê êrîş li Teşkîlata Polês a Federalê (FC), hat lidarxistin, di encamê de 3 polês canê xwe ji dest dan, 3 êrîşdar jî mirin.
Hat ragihandin ku di êrîşên rejîma îşxalker de li taxên başûrê Beyrûtê herî kêm sê kes şehîd bûne û 25 kes jî birîndar bûne.
Di erdheja bi lerza 5.7 pileyî de ku li paytexta Bangladeşê qewimî, sê kes mirin.