"Meşa Berxwedanê" ji bo Xezzeyê berdewam dike

Meşa navneteweyî ya ku ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Refahê li dijî qirkirina rejîma siyonîst li Xezzeyê hatiye destpêkirin, li Misirê berdewam dike. Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, Alîkarê Serokê Weqfa Karwana Hêvîyê Erdal Elûbûyûk û Alîkarê Serokê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Abdulqudûs Yalçin jî beşdarî meşê dibin.
"Meşa Berxwedanê ji bo Xezeyê" ya navneteweyî, ku ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Refahê li dijî qetlîam û qirkirina li Xezzeyê û ji bo bidawîkirina dorpêça li ser gelê Filistînê hatibû destpêkirin, rêya xwe berdewam dike.
Wekîlê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, Alîkarê Serokê Weqfa Kerwana Hêvîyê Erdal Elîbûyûk û Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Abdulquddus Yalçin jî beşdarî meşê dibin.
Parlamenter Faruk Dînç li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev tişt parve kir: "Em li Misrê ne... Em ji bo parastina rûmeta mirovahiyê û vekirina Deriyê Sînor ê Refahê dimeşin. Em ê ji êşa zarokên bêguneh ên li Xezzeyê tên qirkirin re bêdeng nemînin. Heta ku qirkirin bi dawî bibe û Xezze û Quds azad nebin, em ê bêdeng nemînin!"
Erdal Elîbûyûk derbarê rêya meşê de agahî da û got, "Em ji Qahîreyê derdikevin û ber bi bajarê Îsmaîliyê ve diçin. Bi îzna Xwedê meş dest pê dike. Ew ê ku vê meşê hêsan bike Hikûmeta Misirê, yê ku vê meşê ji cîhanê re bide bihîstandin jî hûn in."
Mele Abdulquddus Yalçin jî di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de bang li raya giştî kir û got, "Em ê di demek nêzîk de ji bo meşê derkevin. Bila Xwedê wê bike wesîleya rizgariya Xezzeyê. Ji kerema xwe dua bikin."
Ev meşa ku bi navê Karwana Berxwedanê tê organîzekirin, armanc dike ku peyama hevgirtinê bi gelê Filistînê re bigihîne û di heman demê de cîhanê li ser aliyên nemirovane yên dorpêçkirinê agahdar bike. Beşdarvan tekez dikin ku meşa ji bo Xezzeyê ne tenê hevgirtinek herêmî ye, lê berpirsiyariyek mirovî ya gerdûnî ye.
Tê hêvîkirin ku di rojên pêş de ji welatên cuda beşdarên nû tevlî karwanê bibin. Meş bi biryardarî berdewam dike da ku dorpêça li ser Xezzeyê were rakirin û alîkariya mirovî bê asteng bigihîje herêmê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Mersînê Faruk Dînç beşdarî tevgera wijdanê ya navneteweyî ku li Misirê bi daxwaza gihandina alîkariya mirovî bo Xezzeyê û vekirina Deriyê Sînor ê Refahê hat lidarxistin bû.
Berdevkê Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam Ebû Ubeyde, êrîşên rejima îşxalker a li ser Îranê şermezar kir û got, “Ev êrîş, Encama sekina Îranê ya li cem gelê Filistînê û berxwedana wî ya birûmet e.”
Tevgera Cîhada Îslamî, êrîşa rejima îşxalker a li ser Îranê bi zimanekî tund şermezar kir, û daxuyand ku ew bi gelê Îran û bireveberîya Îranê ne re.