Wezîrê Karên Derve yê Misirê Bedr Abdulatî, destnîşan kir ku helwesta wan a di warê ji nû ve lêkirina Xezzeyê ya tehcîrnekirina tu Filistînîyan de zelal û eşkere ye.
Wezîrê Karên Derve yê Misirê Bedr Abdulatî, li Qahîreyê bi tevî Wezîrê Karên Derve yê Cibûtî Mahmud Yusuf re di daxuyanîyeke çapemenîyê ya hevpar de axivî.
Abdulatî, destnîşan kir ku xebatên wan ên derheqê Xezzeyê de berdewam dike, heta ku 3 merhaleya peymana agirbest û pevguhertina êsîran dawî bibe jî wê van xebatên wan bidome, “Di warê ji nû ve lêkirina Xezzeyê ya tehcîrnekirina tu Filistînîyan de zelal û eşkere ye.” Abdulatî derheqê gengeşîya li herêma Behra Sor de jî weha got, “Piştî ku Misir, Qeter û Emrîka li Xezzeyê agirbestê çêkirin tu sedemeke zêdebûna gengeşîya li Behra Sor tineye.”
Abdulatî destnîşan kir ku divê ewlehîya li barkirina behrê ya li Behra Sor û navneteweyî bê zêdekirin, ji tu welatekî ku ji Behra Sor re sînora wan tineye re hebûna leşkerîyê qebûl nakin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mesûlê derveyê welat ê HAMASê Xalid Meşal, telefonê malbata Serfermandarê Tûgayên Qessam şehîd Muhammed Dayf (Ebû Xalid) kir û şîna xwe pêşkêş kir û wan pîroz kir.
Sîyonîstên îşxalker piştî peymana agirbest û pevguhertina êsîran a li Xezzeyê, êrîşên xwe yên li Şerîaya Rojavayê dijwartir kirin.
Ji bo 18 milyon xwendekaran dewra duyemîn a sala hînkirin û perwerdehîya sala 2024-2025an dest pê dike.