Netanyahu berî hevdîtina bi Trump re li ser Îran û Xezzeyê daxuyaniyan da
Serokwezîrê xwebinavkirî yê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu, ragihand ku ew ê li Washingtonê bi Serokê Emrîkayê Donald Trump re li ser bernameya nukleerî ya Îranê û merhaleya din a plana Xezzeyê nîqaş bike. Tê texmînkirin ku ev serdan di 26ê Kanûnê de pêk were.
Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu, ragihand ku di serdana xwe ya hefteya bê ya Washingtonê de, ew ê bi Serokê Emrîkayê Donald Trump re li ser bernameya navokî ya Îranê û merhaleya nû ya plana derbarê Xezzeyê de biaxive.
Netanyahu, ku ji ber sûcên şer ên li Xezzeyê ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ve fermana girtinê li dijî wî hatiye dayîn, li Qudsê di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de bi Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis û Serokkomarê Qibrisa Başûr Nikos Christodoulides re axivî. Netanyahu îddîa kir ku Îranê di demên dawî de hinek "tetbîqatên leşkerî" kirine, lê ji dayîna hûrgiliyan dûr ket.
Medyaya Îranê roja Duşemê ragihand ku tetbîqatên mûşekî bo cara duyemîn li bajarên cuda yên welat hatine kirin. Di demekê de ku welatên rojavayî şiyanên mûşekên balîstîk ên Îranê wekî tehdîd li ser aramiya herêmê bi nav dikin, rêveberiya Tehranê tekez dike ku niyeta wê ya hilberîna çekên navokî tune ye.
Netanyahu behsa şerê 12 rojî yê Hezîranê kir û îddîa kir ku wan di wê heyamê de "destkeftiyên girîng" bi dest xistine. Lêbelê, wî îddîa kir ku hêviyên bingehîn ên Emrîka û rejîma sîyonîst ji Îranê neguherîne, nemaze mijara kêmkirina asta dewlemendkirina uranyûmê di rojevê de maye.
Netanyahu derbarê hevdîtina xwe ya bi Trump re got, "Ev dê di navenda nîqaşên me de be. Em bi Îranê re aramî û aştiyê dixwazin, ne şer." Wî her wiha diyar kir ku merhaleya din a plana ji bo Xezzeyê û hêmanên Hizbullahê, ku ew îddîa dike ku ji hêla Îranê ve têne rêvebirin, dê were nîqaş kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokwezîrê Sûdanê Kamil Îdrîs, li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di gotarekê de ragihand ku wan di bin çavdêriya navneteweyî û herêmî de pêşniyara agirbestek berfireh kiriye, û tekez kir ku şer ziyanek pir mezin daye welat.
Şêx Ehmed et Teyib ê El Ezherê diyar kir ku bûyerên li Filistînê gihîştine astek zordariyê ku bêalîbûnê ne mumkin dike, û tekez kir ku tevî ku çareseriya du dewletan bi salan e di rojevê de ye jî, îradeya navneteweyî bi zanebûn hatiye astengkirin.
Balafireke biçûk a Hêzên Deryayî yên Meksîkayê li peravên Teksasê ket xwarê û di encamê de pênc kes mirin.