Neteweyên Yekbûyî derbarê Filistînê de sê pêşnûmebiryar qebûl kir
Komîteya Çaremîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), sê pêşnûmebiryarên derbarê pirsgirêka Filistînê de bi piraniya dengan qebûl kirin.
Di dengdanên ku li komîteyê hatin kirin de, pêşnûmebiryara derbarê operasyonên Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) bi piştgiriya 143 welatan hat pesendkirin; di dengdanê de 9 welatan dengê redkirinê da û 20 welat jî bêbiryar man.
Pêşnûmebiryara duyemîn a bi sernavê "Milkên penaberên Filistînî û dahatên ku ji wan tên bidestxistin" jî bi 155 dengên erêkirinê, 9 dengên redkirinê û 9 dengên bêbiryar hat qebûlkirin.
Pêşnûmebiryara sêyemîn a derbarê kiryarên dagirkeriyê û çalakiyên niştecihbûnê yên ku tesîrê li mafên mirovan ên Filistîniyan û niştecihên din ên Ereb ên li axên îşxalkirî dikin jî, bi 143 dengên "erê", 11 dengên "na" û 17 dengên bêbiryar di komîteyê re derbas bû.
Nûnerê Daîmî yê Filistînê yê li NYyê Riyad Mansur piştî dengdanan nirxandin kir û diyar kir ku ew helwesta bi prensîb a welatên ku piştgirî dane biryaran bi kêfxweşî pêşwazî dikin.
Mansur tekez kir ku encam peyameke eşkere didin civaka navneteweyî û destnîşan kir ku ji bo cîbicîkirina biryarên NYyê, bi taybetî biryara hejmar 2334 a Konseya Ewlekariyê, rawestandina çalakiyên niştecihbûnê û bidawîkirina dagirkeriyê divê gavên pratîk bên avêtin.
Riyad Mansur her wiha bal kişand ser pêwîstiya berdewamkirina çalakiyên UNRWAyê û garantîkirina mafên jêneger ên gelê Filistînê yên wekî diyarkirina çarenûsa xwe, veger û serxwebûnê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li parêzgeha Belûcistan a Pakistanê, di şewata piştî lihevketina otobûseke rêwîyan bi tankereke ku gaza petrolê ya şilekirî (LPG) hildigirt de, herî kêm 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Tevgera berxwedana Îslamî Hamas tekez kir ku pêşveçûna wesayîtên leşkerî yên rejîma îşxalker ber bi rojavayê "Xeta Zer" û valakirina malan li Nuseyratê îxlalkirineke cîddî ya peymana agirbestê ye.
Parlamentoya Îtalyayê yasaya ku bi hinceta dê rexneyên li ser sîyonîstan sînordar bike dihate nîqaşkirin, erê kir