Nexweşxaneya El-Avdeyê di bin hedefa sîyonîstên îşxalkeran de ye!

Hat destnîşankirin ku îşxalkerên sîyonîst, xwest ku Nexweşxaneya El-Avdeya li bakurê Xezzeyê bê valakirin û xizmet bê dawîkirin.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku rejima îşxalker ku dibistan, nexweşxane û sitargehên ku Filistînîyan xwe sipartibûn hedef digre, bi sîstematîkî sûcên xwe yên li dijî tenduristîyê didomîne.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku artêşa îşxalker xwestîye ku Nexweşxaneya El-Avde bê valakirin û bi zorê xizmetê dide sekinandin.
Bang li sazî û meqamên eleqedar hat kirin ku bila sîstema tenduristîyê û hiqûqa navneteweyî bê parastin.
Di xebera ku ji teref WAFAyê hat belavkirin de hat îfadekirin ku di nexweşxaneyê de bi tevî personelên tenduristîyê, nexweş û birîndar hene.
Artêşa îşxalê, di demeke kurt de derdorê Nexweşxaneya El-Avdeyê hedef girtibû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Konseya Sîyasî ya Bilind ê Yemenê Mehdi el-Meşat weha got, “Em ji bo balafirên sîyonîstên dijmin xwedî qabîlîyetek in. Di demeke nêz de em ê derheqê van balafiran de geşedanîyên kêfxweş bi gelê xwe re parve bikin.”
Li nêzê Girava Hokkaidoya bakurê Japonyayê di mezinahîya 6,1an de erdhejek çêbû.
Li Şilîya Nîjeryayê ji ber barana barîya, lehîyeke mezin çêbû. Rayedaran îfade kirin ku di encama lehîyê de herî kêm 150 kesan canê xwe ji dest dan.
Di êrîşeke ku li bakurê Xezzeyê û Xan Yûnisê hat lidarxistin de malbatekî bi temamî tune bû, 7 kes şehîd bûn.