Di daxuyanîya Neteweyên Yekbûyî ya piştî bomberdûmana konên ku sivîlên bi darê zorê li herêma El-Mevasî ya Xan Yûnisê sitar bûn de hat ragihandin ku li Xezzeyê ciheke ewle nemaye û tu kes jî ne di ewlehîyê de ye.
Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) Philippe Lazzarini derbarê êrîşa li ser herêma El-Mevasî ya ku rejima îşxalker îddîa kir ku "ewle" ye daxuyanî da û got di 7ê Cotmeha 2023an de êrîşên li ser Xezzeyê dest pê kir û diyar kir ku ji wê demê û vir ve li herêmê tu cihekî ewle û ewledar tine.
Lazzarini bal kişand ku di êrîşa li El-Mevasî de gelek kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn û wiha got: "(Ev êrîş) bi bîr xist ku herêmeke ewle tineye ku herêmeke însanî hebe.”
Lazzarini diyar kir ku her roja bê agirbest ew ê li Xezzeyê bibe sedema trajediyên zêdetir.
Di êrîşa dawî ya hewayî ya rejîma sîyonîst ser çadirên Filistîniyên bi darê zorê yên li herêma El-Mevasî de, 11 kes ji wan herî kêm 3 zarok şehîd bûn û 15 sivîl jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Artêşa rejîma îşxalker a sîyonîst ragihand ku ji 7ê Cotmehê heta niha 428 leşker di şer û pevçûnên li Xezzeyê de mirine û hejmara leşkerên ku hatine kuştin jî 892 ye.
Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam û baskê leşkerî yê Fetihê Tûgayên Şehîdên El-Eqsayê, diyar kirin ku rêveberîya Mehmûd Ebbas hemû xetên sor derbas kirîye û bi zanebûn û sîstematîkî Filistînîyên bêguneh şehîd dike.
Di êrîşên dawîn ên sîyonîstên îşxalker de ser malên ku li Xezzeyê sivîl lê dijîn, 6 Filistînî ku piraniya wan zarok û jin in şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên îşxalkeran ên li ser bajarên Tubas û Nablusê yên Şerîaya Rojavayê de 2 Filistînî ku yek 18 salî û yê din jî 40 salî ye şehîd bûn.