Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam û baskê leşkerî yê Fetihê Tûgayên Şehîdên El-Eqsayê, diyar kirin ku rêveberîya Mehmûd Ebbas hemû xetên sor derbas kirîye û bi zanebûn û sîstematîkî Filistînîyên bêguneh şehîd dike.
Van her du komên berxwedanê di civîna çapemenîyê ya hevpar de ku li Kampa Cenînê hate lidarxistin de, diyar kirin ku rêveberîya Filistînê, kampa Cenînê bi tevahî ji pêdiviyên bingehîn ên wekî av, ceryan û perwerdeyê bêpar hiştin.
Tûgayên Qessam û El-Eqsa bang li hemû rayedarên Filistînê kirin û ji wan xwest ku ji bo bidawîkirina zilma li vê kampê mesulîyetên xwe bi cih bînin.
Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku sebra wan li ber qedandinê ye û destnîşan kirin ku divê Rêveberîya Filistînê rewşê negihîne wê astê ku encamên neveger û nediyar derkevin holê.
Hêzên ewlehîyê yên Rêveberîya Xweser a Filistînê ev du meh in êrîşên xwe li ser kampa Cenînê zêde kirine û heta niha di van êrişan de 8 Filistînî şehîd bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Çinghay Çînê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat.
Li wîlayeta Holguina Kûbayê di depoyekî cebilxaneya leşkerî de teqîn pêk hat, di encama teqînê de ji 13 leşkeran xeber nayê girtin.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) got ku "Nexweşxaneyên li Xezzeyê bûne xefikên mirinê".
Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS Usama Hamdan weha got, “Dijmin ji gelê Filistînê ya li Xezzeyê re her tiştî asteng dike. Kuştin û tunebûnkirinê didomîne.”