Pakistan û Hîndistanê dîplomatên hev dersînor kirin

Pakistan û Hîndistanê daxuyandin ku ew ê herdu welat jî dîplomatên hev bi îddîayên “sîxûrtî” dersînor bikin.
Pakistanê, personelekî Komîsyona Bilind a Hîndistanê ya li Îslamabadê mirovê ku nayê xwestin îlan kir. Wezareta Karên Derve, got ku ji rayedar re emir hatîye dayîn ku bila di nav 24 saetan de welat terk bike.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku gazî li Wezareta Karên Derve yê Hîndistanê hat kirin û ji wan re ev biryar hatîye dayîn, xeyn ji vêya ji Hîndistanê hat xwestin ku bila dîplomatên wan çalakîyên ku bi mesûlîyeta wan nakeve nekin.
Li gorî çapemenîya Hîndistanê, hikûmeta Hîndistanê jî berê rayedarekî ku di Komîsyona Bilind a Pakistanê ya li Delhîya Nû de dixebitîya dersînor kirîye û ji wî hatîye xwestin ku bila di nav 24 saetan de welatê terk bike.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Hîndistanê ve hat belavkirin, dîplomatê Pakistanî ku ji teref Hîndistanê ve mirovê nayê xwestin hatîye îlankirin, “Li gorî mesulîyetên xwe yên li Hîndistanê tevnedigerîya.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Emrîkayê Donald Trump, Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî Muhemed bin Selman û Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed Şera re bi rêya înternetê hevdîtin kir.
Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Qessam, dîmenên derheqê kemîna ku li Refahê li dijî leşkerên sîyonîstan lidarxistibûn parve kir.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 928an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 846 kesan.