Serokkomar Erdogan beşdarî civîna onlîne ya bi serokên Emrîka, Erebistana Siûdî û Sûriyeyê re bû

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Emrîkayê Donald Trump, Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî Muhemed bin Selman û Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed Şera re bi rêya înternetê hevdîtin kir.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ragihandinê, Serokkomar Erdogan di civînê de diyar kiriye ku Tirkiye dixwaze Sûrîye bibe welatekî aram û serfiraz ku bi welatên herêmê re hevkariyê bike, ji bo cîranên xwe tehdîd neke û ji bo vê yekê hewl dide.
Serokkomar Erdogan diyar kir ku "Tirkiye dê di têkoşîna li dijî rêxistinên terorîst, bi taybetî DAIŞê de, piştgiriya xwe ya ji bo rêveberiya Şamê bidomîne û amade ye ku di rêvebirin û ewlehiya navendên ragirtinê yên ku terorîstên DAIŞê lê ne de piştgiriyê bide."
Erdogan got ku biryara Serokê Emrîkayê Donald Trump a ji bo rakirina mueyyîdeyên li ser Sûrîyeyê girîngiyeke dîrokî ye, û ew bawer dike ku ev biryar dê ji bo welatên din ên ku mueyyîdeyan danîne bibe mînak, û dê derfetên veberhênanê li deverên cûda yên Sûrîyeyê derkevin holê.
Serokkomar Erdogan diyar kir ku rewşa mirovî ya li Xezzeyê xirabtir dibe û hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo rawestandina vê tundûtûjiyê didomin, û got ku divê dawî li trajediya mirovî ya li Xezzeyê bê anîn.
Serokkomar Erdogan di civînê de destnîşan kir ku ji bo serok û asta teknîkî dê sûdmend be ku di Şerê Rûsya-Ukraynayê de tavilê dest bi danûstandinên agirbest û aştiyê bikin, û Tirkiye dê ji bo aştiyê hemû hewla xwe bide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Qessam, dîmenên derheqê kemîna ku li Refahê li dijî leşkerên sîyonîstan lidarxistibûn parve kir.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 928an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 846 kesan.
Pakistan û Hîndistanê daxuyandin ku ew ê herdu welat jî dîplomatên hev bi îddîayên “sîxûrtî” dersînor bikin.