Parlamentoya Îtalyayê, rexnekirina sîyonîstên îşxalker ên ku sîvîlan qetil dike qedexe kir
Parlamentoya Îtalyayê yasaya ku bi hinceta dê rexneyên li ser sîyonîstan sînordar bike dihate nîqaşkirin, erê kir
Parlamentoya Îtalyayê, rêziknameya nû ya ku pênaseya antîsemîtîzmê ya Hevpeymaniya Bîranîna Holokostê ya Navneteweyî (IHRA) esas digire, li hemberî 93 dengên redkirinê bi 147 dengên erêkirinê pejirand. Di dengdanê de 5 parlamenter jî bêbiryar man.
Yasaya ku prensîbên stratejiya têkoşîna li dijî antîsemîtîzmê ya Îtalyayê diyar dike, li welat nîqaşên azadiya ramanê bi xwe re anîn. Aliyên ku rêziknameyê diparêzin û Serokê Weqfa Muzeya Shoah a Romayê Mario Venezia, tekez dikin ku li hemberî bûyerên antîsemîtîk ên li seranserê Ewrûpayê zêde dibin, ev yasa pêwîst e. Venezia diparêze ku rexneyên sîyasî dikarin bên qebûlkirin, lê lêpirsîna hebûna dewletê divê cuda bê nirxandin.
Li hemberî vê yekê, parêzvanên mafên mirovan hişyariyê didin ku mînakên ligel pênaseya IHRAyê tên dayîn, dikarin rê li ber rexneyên sîyasî yên rewa yên li ser kiryarên sîyonîstan ên li Xezzeyê bigirin. Nûnera Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ya Îtalyayê Anneliese Baldaccini, fikara xwe anî ziman ku spartina yasayê li ser vê pênaseyê, dikare azadiya ramanê ya sîyasî, bi taybetî jî nîqaşên li ser Filistînê yên li zanîngehan, sînordar bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li parêzgeha Belûcistan a Pakistanê, di şewata piştî lihevketina otobûseke rêwîyan bi tankereke ku gaza petrolê ya şilekirî (LPG) hildigirt de, herî kêm 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Komîteya Çaremîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), sê pêşnûmebiryarên derbarê pirsgirêka Filistînê de bi piraniya dengan qebûl kirin.
Tevgera berxwedana Îslamî Hamas tekez kir ku pêşveçûna wesayîtên leşkerî yên rejîma îşxalker ber bi rojavayê "Xeta Zer" û valakirina malan li Nuseyratê îxlalkirineke cîddî ya peymana agirbestê ye.