Pasdarên Şoreşa Îranê: Ji bo derbasbûna ji Tengava Hurmuzê, koordînasyona bi me re ferz e
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku ji bo derbasbûna ji Tengava Hurmuzê, koordînasyona bi Hêza Deryayî ya Îranê re bi rêya Kanala 16ê mecbûrî ye û keştîyên ku van rêzikan îxlal dikin ew ê werin cezakirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnim, Hêzên Behrê yên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê piştî ku hinek rayedaran rêyeke nû ji bo keştîyên ku bêyî xeberdayînê yan koordînasyona bi Komara Îslamî ya Îranê re di Tengava Hurmuzê re derbas dibin ragihandin, hişyariyek da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate destnîşankirin:
"Di demên dawî de, hinek rayedaran bêyî xeberdayînê yan koordînasyona bi Komara Îslamî ya Îranê re rêyeke nû ji bo derbasbûna keştîyan ji Tengava Hurmuzê re ragihandin, û ev rê nayê qebûlkirin û bi tevahî talûke ye." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di erdhejên bihêz ên li Venezuelayê de herî kêm 164 kes mirin û 971 kes jî birîndar bûn.
Efxenistan ew ê tesîsa xwe ya ewil a hilberîna hesin a di pîvanek mezin de li parêzgeha Samangan a bakurê welat veke.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Beqaî got ku divê NATO û welatên endam ji ber hemû kiryarên ku hevkariya sûcên ku ji aliyê Emrîka û rejîma îşxalker ve li dijî Îranê hatine kirin, pêk tên, mesul bên dîtin.