Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam li ber mala Yehya Sinwar a li Xan Yûnisê kom bûn, ku di çarçoveya peymana pevguhertina girtiyan de dê êsîrên îşxalker bên berdan.
Pevguhertina êsîran a sêyemîn ku yek ji şertên yekem ên peymanê ye piştî ku agirbesta di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de ket meriyetê, îro tê lidarxistin.
Rejîma îşxalker ragihand ku HAMAS dê îro di çarçoveya peymana agirbesta li Xazzê de 5 êsîrên Taylandî û 3 êsîrên îşxalker serbest berde. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di çarçoveya peymana di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de 3 êsîrên îşxalker û 5 êsîrên Taylandî teslîmî tîmên Xaça Sor hatin kirin.
Li wîlayeta Xora rojavaya Efxenistanê laboratûwarekî tiryakê hat tespîtkirin û dûre hat îmhekirin.
Hat ragihandin ku Salman Momikayê ku li Swêdê bi şewitandina pirtûka pîroz a Mislimanan Qur'anê bû sedema hêrseke mezin û hat kuştin.
Li wîlayeta Xost a Efxenistanê di êrîşa çekdarî ya li ser malekê de 10 kesan canê xwe ji dest dan.