Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkîyan, destnîşan kir ku sedema herî mezin a ziîfkirin û bêtesîrkirina ummeta Îslamê pêşkarîkirina parçebûna nav e.
Mesud Pezeşkîyan, di hevdîtina ku bi Serokê Meclîsa Iraê Mahmud el-Meşhedanî û lijneya bi wî re li dar xist de, bal kişand ku qewetkirina yekîtî, piştgirî û hevkarîya di nav welatên Îslamê de ji bo cîhana me ya îro hecderîyekî gelek muhîm e.
Pezeşkîyan weha got, “Heger welatên Îslamê, xeyn ji xebatên xwe yên pêşvebirina aborî, şert û mercên debar û ewlehîya gelê xwe di armanca hedefên hevpar de tevbigerin û ji cudabûnîyê xwe dûr bikin, ew ê tu dem plan û komployên xerab ên dijmin serfiraz nebin.”
Pezeşkîyan diyar kir ku hemahengî û hevkarîyên berdewam di warên bazirganî û aborî, zanistî û teknolojiyê û hevkariyên sînorî de zemîneke guncaw ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera welatên Îslamî û pêkanîna yekitî û hevgirtina zêdetir di cîhana îslamê de çêdike.
Pezeşkîyan di berdewama axaftina xwe de balkişand ser geşedanên dawî yên li Sûrîyeyê û got: “Helwesta Îranê li hember Sûrîyê avakirina hikûmeteke berfireh bi beşdariya hemû gelan, parastina yekparçeyiya axa Sûriyê, nehiştina parçebûn û aloziyê û têkbirina planên dijmin ên bi armanca têkbirinê ye.” Wî ev yek bi kurtî wiha anî ziman û diyar kir ku Îran di vî warî de bi welatên din ên Îslamî re hevkarîyê dike.
Serok Pezeşkîyan spasîya hikûmeta Iraqê kir ku bi awayekî bihêz û bibiryar ji gelê mezlûm ê Xezzeyê re piştgirî kiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hikûmeta li Xezzeyê, daxuyand ku digel agirbesta ku di navbera rejima îşxalker û Hamasê de hatîye îmzekirin têketina alîkarîyên însanî ya ji Xezzeyê re tê astengkirin.
Li Nîjeryayê, piştî îlankirina şoba Ebolayê ya ji Kampalaya paytexta Ugandayê li hember îhtîmala belavbûna vîrûsê ya ji welat re tedbîrên xwe zêde kir.
Li Şerîaya Rojavaya îşxalkirî 15 Filistînî ji teref rejima sîyonîst ve hatin desteserkirin.