Hikûmeta li Xezzeyê, daxuyand ku digel agirbesta ku di navbera rejima îşxalker û Hamasê de hatîye îmzekirin têketina alîkarîyên însanî ya ji Xezzeyê re tê astengkirin.
Li Xezzeya di bin ablûqayê de ye bi qasî 16 mehan rejîma îşxalker êrîşên xwe dewam kir û di encama êrîşan de bajar ji enqazê re veguherîya.
Di êrîşên bi şîddet de bi deh hezaran avahî hatin bombekirin û xerakirin û pitik, zarok, pîrek ciwan û extîyar bi hezaran Filistînî di bin enqazan de man.
Ekîbên parastina sivîl bi îmkanên tune cenazeyên Filistînîyan ji bin enqazan derdixin û her ku diçe hejmara şehîdan zêde dibe.
Wezareta Tenduristîyê ya Hikûmata Xezzeyê derbarê kesên di encamên êrîşên sîyonîstan de şehîd û birîndar bûne de agahîyên dawîn parve kir.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku 18 cenazeyên Filistînîyên dinê jî hatin derxistin.
Artêşa îşxalker hiqûqa navneteweyî nasnake û li Xezzeyê tim û tim agirbestê îxlal dike.
Di êrşên dawîn de Filistînîyekî dinê hat şehîdkirin, 20 kes birîndar bûn û berîya niha kesekî birîndar bûbû jî şehîd bû.
Bi vî awayî bi daneyê dawîn re rejîma sîyonîst li Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve dest bi êrîşan kirîye hejmara şehîdan derket 47 hezar û 518 kesan û hejmara birîndaran jî gihaşt 111 hezar û 612 kesan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezarete Edaleta Emrîkayê, daxuyand ku di bin navê micadeleya bi alîgirên Filistîn û antîsemîtîzmê de hêzekî wezîfeyê saz dikin.
Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkîyan, destnîşan kir ku sedema herî mezin a ziîfkirin û bêtesîrkirina ummeta Îslamê pêşkarîkirina parçebûna nav e.
Li Nîjeryayê, piştî îlankirina şoba Ebolayê ya ji Kampalaya paytexta Ugandayê li hember îhtîmala belavbûna vîrûsê ya ji welat re tedbîrên xwe zêde kir.