Piştgiriya Tevgera Ensarullah ji bo Libnanê
Tevgera Ensarullah a Yemenê êrîşên zêde yên rejîma îşxalker li ser Lubnanê bi tundî şermezar kir û ragihand ku ew li kêleka gelê Lubnanê û berxwedana wî ne.
Buroya Sîyasî ya Tevgera Ensarullah di daxuyaniyek nivîskî de diyar kir ku ew îxlalkirinên serweriya Lubnanê ji aliyê rejîma îşxalker ve û helwesta wê ya êrîşkar bi tundî şermezar dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku helwesta qels a hikûmeta Lubnanê bûye sedem ku rejîma îşxalker êrîşên xwe zêde bike.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bi tundî êrîşa zêde ya îsraîlê û îxlalkirin û êrîşên wê yên li dijî serweriya Lubnanê şermezar dikin. Bêxemiya hikûmeta Lubnanê û bêbersiviya wê ya li hember êrîşên dubare yên dijmin, bûye sedem ku ew êrîşî serweriya Lubnanê bike û sozên xwe bicîh neyne. Em ji nû ve piştrast dikin ku Yemen li kêleka Lubnanê, gelê wê, artêşa wê û berxwedana wê ya Îslamî ye û em piştgiriyê didin mafê wan ê li hember zilma îsraîlê. Li hember êrîşa îsraîlê li gorî hemî pîvanên dînî, exlaqî û mirovî mafekî rewa ye. Em bang li civaka navneteweyî û welatên Ereb dikin ku bi rastî bi gelê Lubnanê re bibin yek û piştgiriyê bidin Lubnanê." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îşxalerkerên ku ji êvarê ve li dijî Xezze, Refah û Xan Yûnisê bomberdmanan dane destpêkirin, gelek avahîyan hilweşandin.
Rejima sîyonîst ji êvarê ve li Şerîaya Rojavayê êrîşî gelek bajaran kir, gelek ciwanan desteser kir. çeteyên Cihûyî jî êrîşî cotkarên Filistînîyan kirin û nehiştin ku erdên xwe bajon.
Wezîr Enes Xettab, daxuyand ku di sazîyên ewlehîyê ya di bireveberîya nû de ew ê nûkirinên tund werin kirin, îxlalên li herêmên sehlê jî werin tehqîqatkirin û di operasyonên li dijî DAÎŞê de gelek navên muhîm hatin binçavkirin.
Pakistan û Efxenistanê, dîsa şeva înê bi gulereşandina ji hev re ketin nav gengeşîya sînorê. Rayedarên herdu welatan jî, daxuyandin ku ji ber gulereşandinan mirî çênebûne.