Qurbaniyên erdhejê li Efxenistanê di nav wêraniyên berfireh de li stargeh û piştgiriyê digerin
Erdhejeke bi hêza 6.3 pileyî şeva Duşemê li bakurê Efxenistanê xist, bû sedema wêraniyeke berfireh û jiyanên wêrankirî û qîrîneke bêhêvî ji bo alîkariyê li pey xwe hişt.
Hejmara qurbaniyên erdheja ku şeva Duşemê li parêzgeha Samangan a li bakurê Efxenistanê qewimî gihîşt 27 kesan û nêzîkî 1000 kes jî birîndar bûn.
Malbatên ku malên wan ji ber erdhejê wêran bûne, niha li dibistanan dimînin û radigihînin ku di şert û mercên pir dijwar de dijîn. Hikûmet û dezgehên alîkariyê hişyariyê didin ku eger beriya hatina zivistanê alîkariya qurbaniyên erdhejê neyê kirin, dê karesatek mirovî li herêmê çêbibe.
Her çiqas saziyên Emîrtîya Îslamî ya Efxenisatnê bi çavkaniyên sînorkirî seferberiyek dane destpêkirin jî, niştecihên herêmê, bi hevgirtin û sebir tevdigerin, berdewam dikin bi paqijkirina kavilan, bê westan dixebitin da ku çend tiştên xwe yên mayî ji bin kavilan rizgar bikin.
Mexdûrên erdhejê ji medyaya herêmî û navneteweyî re axivîn û daxwaza piştgiriya navneteweyî kirin.
Samaruddîn ê 40 salî, ku li herêma Ishan Jan Raki ya navçeyê dijî, got ku xaniyê wî bi tevahî wêran bûye û hewl da ku bi alîkariya cîranên xwe tiştek ji bin xirbeyan derxe.
Malbata Samaruddin a ji heşt kesan (ew, jina wî û şeş zarokên wî) ku di nava xizaniyeke giran de ye, niha di xaniyê cîranekî xwe yê hilweşiyayî û zirardar de asê mane, di heman demê de birayê wî di erdhejê de bi giranî birîndar bûye.
Samaruddîn got, "Yek xaniyek jî sax nema," û destnîşan kir ku ji bo ji nû ve avakirina xaniyek çar-odeyî herî kêm 1.2 milyon Efxenî (zêdetirî 18.000 dolar) hewce bûn.
Nexweşxaneya dewletê ya li bajarê Aybak, paytexta parêzgeha Samangan, jî bi sedan birîndaran tijî ye.
Feyzullahê 65 salî, ku neviyê xwe û keça xwe ya birîndar ji bo dermankirinê anîn nexweşxaneyê, got, "Erdhej pir bi hêz û tirsnak bû. Min di jiyana xwe de tiştekî wisa nedîtiye. Xanî bûbûn kavil, dîwar hildiweşiyan."
Feyzullah destnîşan kir ku nexweşxane bi kêmbûna dermanên bingehîn re rû bi rû ye.
Mewledîn Semedî, cerrahê nexweşxaneyê, ragihand ku sê cenaze û zêdetirî 260 birîndar, ku piraniya wan jin û zarok in, rakirine nexweşxaneyê. Semedî got, "Me lênêrîna bingehîn a trawmayê ji qurbaniyên erdhejê re peyda kir. Kesên ku hewceyê nexweşxaneyê bûn hatin razandin, û nexweşên derveyî nexweşxaneyê hatin dermankirin û ji nexweşxaneyê derketin." Wî tekez kir ku hemî xizmet û derman bêpere hatine peyda kirin.
Ji bilî malan, gelek kargehên li herêmê an bi tevahî wêran bûn an jî bi giranî zirar dîtin. Dikandarên ku ji bo debara xwe zehmetiyan dikişandin, di erdhejê de hemû veberhênanên xwe winda kirin.
Ziyanên çandî jî bi heman rengî giran in. Mizgefta Şîn a navdar li Mezar-i Şerîf, ku îkoneke dînî û çandî ya sedsala 12an e, zirar dît û hinek beşên avahiya wê ji hev ketin.
Ev karesat bi awayekî eşkere tîne bîra mirov ku Efxenistanê ji bo karesatên xwezayî gelek lawaz e. Di salên dawî de, welat di sala 2022an de ji Paktîkaya Rojhilat heta Herata Rojava di sala 2023an de gelek erdhejên wêranker û çend meh berê jî li Kunar Rojhilat erdhejek wêranker dît ku di encamê de zêdetirî 2200 kes mirin û zêdetirî 3500 kes birîndar bûn.
Di serdana xwe ya parêzgeha Samanganê de, Cîgirê Serokwezîr bo Karûbarên Aborî Mela Ebdulxenî Berader bang li dewlemendên Efxanî, karsaz û rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî kir ku di vê merhaleya krîtîk de alîkariya malbatên tesîrdar bikin.
Daxwaza alîkariyê ji NY û Rêxistina Hevkariya Îslamî
Lê ew kesên ku li ser kavilên jiyana xwe rûniştine, bi bêhêvî li benda alîkariyê ji cîhanê ne.
Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Ferhan Heq, di civîneke çapemeniyê ya duh de diyar kir ku erdhejê gelek xanî wêran kirine û bang li civaka navneteweyî kir ku mudaxeleyî krîza mirovî ya li Efxenistanê bikin.
Ferhan Heq got ku xelkê herêmê ji berê ve bi pirsgirêkên hişkesaliyê, xizaniya kronîk û nebûna xizmetguzariyên bingehîn re rû bi rû bûn, û niha erdhej û vegera bi darê zorê ya zêdetirî du mîlyon koçberan li zehmetiyên wan zêde dike.
Ferhan Heq dubare kir ku heta niha tenê sêyeka daxwaza mirovî ya 2.4 milyar dolarî ji bo Efxenistanê hatiye bicîhanîn û got, "NY bi rayedarên rêveberiya karesatan ên herêmî û neteweyî re dixebite da ku rewşê binirxîne û gihandina alîkariya mirovî hevrêz bike."
Stephanie Loose, Rêvebera UN-Habitat Efxenistanê, got: "Gelê Efxenistanê dîsa ji ber erdhejeke mezin hejiya. Di demekê de ku xelkê rojhilat hîn jî ji erdhejê xelas dibin, herêma bakur niha tesîrdar bûye. Xelk hewceyê stargeh û xanî ne ji ber ku ew wêran bûye û zivistan tê, ji ber vê yekê girîng e ku zû tevbigerin. Lê wekî gaveke duyemîn, pêvajoyeke ji nû ve avakirinê ya çêtir jî girîng e. Divê mirov fêr bibin ka meriv çawa materyalên herêmî bikar tîne da ku ji nû ve avakirinek çêtir bike."
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC), Huseyîn Îbrahîm Taha, her wiha bang li welatên endam û rêxistinên alîkariya mirovî kir ku bi lezgînî piştgiriyê bidin mexdûrên erdhejê li bakurê Efxenistanê.
Taha diyar kir ku ew bi gelê Efxenistanê re di nav hevkariyê de ne û ji ofîsa Rêxistina Hevkariya Îslamî ya li Kabîlê xwest ku bi rêxistinên mirovî re hevahengiyê bikin da ku alîkariya pêwîst bigihînin mexdûran.
Erdhej şeva Duşemê li navçeya Xulmê ya parêzgeha Samanganê qewimî, navenda wê li gorî pîvana Richterê 6.3 bû. Erdhejê ne tenê li Samanganê, lê di heman demê de li parêzgehên Balkh û Baghlanê jî zirar da. Li gorî hejmarên fermî, zêdetirî 27 kesan canê xwe ji dest dan û herî kêm 1000 kes birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku hêzên îşxalker ên siyonîst li bajarokê El-Cudeyra yê li bakurê rojavayê Qudsê du zarok şehîd kirin.
Li Cakartaya paytexta Endonezyayê di mizgeftekê de teqînek çêbû û di encamê de 54 kes birîndar bûn.
Tevgera Ensarullah a Yemenê êrîşên zêde yên rejîma îşxalker li ser Lubnanê bi tundî şermezar kir û ragihand ku ew li kêleka gelê Lubnanê û berxwedana wî ne.