Plana bi temamî îşxalkirina Xezzeyê ya Netenyahûyê hat qebûlkirin

Kabîneya Ewlehîyê ya rejima sîyonîst, plana bidestxistina bajara Xezzeyê û dûre hemû Şerîda Xezzeyê ya serokwezîrê qaşo yê rejima sîyonîst Binyamîn Netenyahû qebûl kir.
Bêdengiya alema Îslamê û dinyayê li dijî êrîş û qetlîam û polîtîqaya qirkirinê ya birçîbûnê li ser Xezzeyê ya rejîma terorê dewam dike.
Siyonîst jî her roj ji vê bêdengiyê û daxuyanîyên vala cesaretê digrin û îşxal û qetlîam û hovîtiyên xwe qat bi qat zêde dikin.
Netenyahû bi qabîneya qatîl a şer re bi qasî 10 saetan civînek li darxist. Di civînê de Netenyahû qebûl kir ku wê xezzeyê bi temamî îşxal bike.
Di civînê de wexta liser vê qerarê dihat axaftin, fermandarê qatîl ê siyonîstan Eyal Zamîr îtîraz kir ku “Ev yek felakete ji bo artêşa îsraîlê û wê îsraîl bedelên giran li Xezzeyê bide.” Zamîr ji Netenyahû re got ku “Hûn heyata temamî leşkerên me û êsîran davêjin nava tehlûkeyê. Emê nikaribin ji binê vî barî derbikevin.”
Digel pevçûn û niqaşên mezin ên ku di qabîneyê de derket, Netenyahû ji bo menfietên xwe yên sîyasî û meqamê xwe, qerara îşxala Xezzeyê ya bi temamî da û canê temamî leşkerên xwe yên çete û êsîrên di destê HAMASê de xist nava tehlûkeyê.
Li gor xeberên NBCyê dîmenên stalaytê hat parve kirin û hat xuyakirin ku rejîma terorê ji bo îşxala bi temamî ya Xezzeyê artêşeka mezin bi cebilxaneyên giran hazir kiriye.
Belê careka din rejîma terorê li ber çavê temamî dinyayê, bê qeyd û bend û qûralan, dixwaze ku qetlîamên mezin rast bike û hê jî li dijî vê yekê tu gavên berbiçav ji tu welat û serokên welatên Îslamê nehatiye avêtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi erêkirina plana îşxalkirina Xezzeyê ya rejima îşxalker, nêzê milyonekî Filistînîyên ku li bakurê Xezzeyê dijîn ew ê carekî dinê jî ji koçê re werin mecbûrhiştin.
Rejima îşxalker, li Xezzeyê êrîşên xwe yên li dijî sîvîlan didomîne. Di êrîşên ku sîvîlên li hêvîya alîkarîyêbûn hatin hedefgirtin de 6 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Ev bû du roj e li Çînê şilîyeke dijwar heye, vê şilîyê jî bû sedema lehî û hezazê; di encama bûyeran de 10 kes mirin, 33 kes jî winda bûn.
Tevgera Hamasê bang li gelên azad ên li çaraliyê cîhanê kir ku roja Înê, Şemî û Yekşemê bi Xezzeyê re hevgirtinê nîşan bidin.