Polêsekî Fransî êrîşî keçeke 14 salî kir: "Niha bêje 'Allahu Ekber!"
Tundiya polêsan û heqaretên nijadperestî yên li dijî zarokên ku di xwepêşandanên xwendekaran de li Fransayê hatine binçavkirin, bûne sedema nerazîbûnê. Keçeke 14 salî vegot ku çawa yek ji polêsan jê re gotiye, "Niha bêje 'Allahu Ekber'!" Şahidiyên ku di çapemeniya Fransayê de hatine weşandin, muameleya ku zarok di dema binçavkirinê de rastî wan tên dîsa anîne rojevê.
Rojnameyên fransî Mediapart û L'Obs li ser serpêhatiyên zarokên ku di xwepêşandanên xwendekaran de hatine binçavkirin, rapor danîn.
Keça 14 salî, ku di nûçeyan de wekî "Leyla" tê binavkirin, ku di xwepêşandanên li nêzî Toulouse de hatibû binçavkirin, behsa tiştên ku polêsan di dema mudaxeleyê de jê re gotibû kir.
Li gorî vegotina Leylayê, yek ji polêsan êrîşî wê kiriye û gotiye, "Niha bêje 'Allahû Ekber'!" Her çend hat destnîşankirin ku ev gotin di dîmenên berdest de nehatiye bihîstin jî, hat ragihandin ku keçikê serpêhatiya xwe ji malbat û bijîşkê xwe re vegotiye.
Her wiha îddîayên heqaretên nijadperestî derketine holê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî raporên ewil, di êrîşa hewayî ya Rûsyayê ku li ser bajarê Zaporîjyayê bi bombeyên arastekirî hatiye kirin de, heşt kes mirine û diwanzdeh kes jî birîndar bûne.
Rojek piştî weşandina rapora lêpirsînê ya piştî şewata du santralên ceryanê li Morîtanyayê, Serokwezîr Mokhtar Ould Ajai îstifaya hikûmeta xwe pêşkêşî Serokkomar Muhammed Ould Ghazwani kir.
Şandeyeke pilebilind ji Wezareta Parastinê ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê beşdarî tetbîqata leşkerî ya Navenda-2026 a ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye organîzekirin bû, pergalên çekên nûjen lêkolîn kir û bi nûnerên leşkerî yên welatên cûda re civiya.