Qalîbaf: Heta ku heft şertên Îranê neyên bicîhanîn, em danûstandinan nakin
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalîbaf diyar kir ku heta ku heft şertên wî neyên bicîhanîn, Îran ti gavan navêje û danûstandinan neke.
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalîbaf, îro di axaftina xwe ya beriya rojevê de li Civata Giştî ya Parlamentoya Îranê, li ser daxuyanî û tehdîdên bê bingeh ên Serokê Emrîkayê yên vê dawiyê şîrove kir.
Qalîbaf diyar kir ku helwesta wan li hember daxuyanî û tehdîdên bê bingeh ên Serokê Emrîkayê yên vê dawiyê zelal û bê şik dimîne û got, "Tehdîd û heqaretên li ser gelê bi rûmet û serbilind ê Îranê û tekezî li ser zêdebûna zexta aborî, berî her tiştî nîşaneyên bêçaretiya Emrîkayê li hember gelê me yê delal, berxwedêr û serbixwe ne."
Qalîbaf wiha got, "Wekî ku me berê jî gotibû, Îran heta ku heft şertên wê neyên bicîhanîn, tu gavan navêje û danûstandinan neke. Her wiha em amade ne ku bersiveke biryardar bidin tevgerên dijmin û ger dijmin şaşîyekê bike, erdnîgariya pevçûnê biguherînin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên ku rejîma îşxalker li deverên cuda yên Xezzeyê pêk anî de, neh Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn. Êrîşên li Xan Yûnis, bakurê bajarê Xezzeyê û li derdora çarrêya Netzarim, û her weha gulebarankirina li behrê û li deverên cuda yên din, berdewamiya van îxlalkirinan nîşan didin.
Li Îmaratê otobûs û qamyon li hev qelibîn, di encama qezayê de 11 kesan canê xwe ji dest dan.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku sê tankerên petrolê, ku wan got ku li derveyî rêya xwe ya diyarkirî li Tengava Hurmuzê diçûn, li mayînên deryayî ketin, teqiyan û agir pê ketin.