Qessam, bi “Kevirên Dawûd” îşxalkeran wêran dike

Baskê leşkerî yê HAMASê, Tûgayên Îzeddîn el-Qessam, di çarçoveya operasyonên “Kevîrên Dawûd” ku li Xezzeyê li dijî îşxalkeran li dar dixe de, dîmenên nû parve kir.
Di dîmenên nû de tê dîtin ku Qessam, li rojhilata Xezzeyê di mesafeya sifirê de bi nîşandaran operasyon li dar dixe. Van operasyonên taybet nîşan didin ku şervanên Qessam rasterast heta ber pozê sîyonîstan diçin.
Di heman demê de pevçûnên micahîdan ên bi hêzên sîyonîstan re jî tê dîtin. Îşxalkeran teşebûsên xwe yên bi êrîşên bejahî û bidestxistina hakimîyeta sehayê didomînin, micahîdên Qessam jî bi taktîkên xwe yên herbê ku bi zextên ji nişkav de li dar dixin, li ber xwe didin.
Qessam di daxuyanîya ku da de îfade kir ku ew hêzên îşxalkeran ku li ser “Ceddeya 5emîn” diman bi topan hedef girtin, micahîdan jî piştî operasyonê bi sax û selametî gihîştin cîhê xwe.
Micahîdên Qessam teyîd kirin ku di 3yê Tîrmeha 2025an de li Taxa Şûcaîyeyê buldozerekî “D9”an bi roketên Yasîn 105an hedef girtin.
Hat îfadekirin ku li herêma Havaşîya Taxa Şûcaîyeyê jî yekîneyekî sîyonîst ku bi peya bûn, bi du roketên dijî tankê hedef girtin, bi çekên sivik dijmin re ketin nav pevçûnê û wan kuştin û birîndar kirin.
Artêşa îşxalê, qebûl dike ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve 888 leşkerên îşxalker mirine, ji vana jî 444ê wan di dema êrîşa bejahîyê de mirine.
Artêşa îşxalê îfade dike ku 6 hezar û 73 leşkerên wan jî birîndar bûne û ji wan jî 905ê wan rewşa wan giran in. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker di êrîşên xwe yên ku nav 24 saatên dawîn li dar xist de, 74 Filistînîyan şehîd kir. Di êrîşan de bi taybetî xanî, sîvîlên ku li hêvîya alîkarîyê bûn û çadirên penaberan hatin hedefgirtin.
Ensurallah a Yemenê ragihand ku ew li Negevê û bendera Um er-Raşraşê ya rejîma îşxalker a sîyonîst bi dronan noqtayek leşkerî hedef girtin.
HAMASê, êrîşa ku li Refahê li dijî noqteya belavkirina alîkarîya însanî hat lidarxistin wek “qetlîameke wehşî” nirxand.
Çeteyên çekdar ên Cihûyî êrîşî bajarokê Sincilê yê li bakurê Ramallahê kirin û du Filistînîyên 23 salî kuştin. Kenê li ser rûyê Mihemed El Şelbî, ku cenazeyê wî piştî çend seatan hate dîtin, berxwedana adil a gelê Filistînê nîşan da.