Qessam cenazeyê leşkerekî dinê jî dît
Tûgayên Qessam ragihandin ku cenazeyê leşkerekî îşxalker hatiye dîtin û amadekariyên pêwîst ji bo teslîmkirina wî têne kirin.
Tûgayên Îzzedîn Qessam, baskê leşkerî yê HAMASê, ragihand ku wan di dema lêgerîn û kolandinê de li rojhilatê taxa Şucayiyeyê cenazeyê yek ji leşkerên îşxalker dîtine û amadekarî têne kirin ku cenaze teslîmî hêzên îşxalker bikin.
Qessam weha got, "Ketina alavên endezyariyê û hevkariya ekîbên Tûgayên Qessam ên Xaça Sor di lêgerîna cenazeyan de di Xeta Zer de, rakirina cenazeyan pir bilez kir û garantî kir ku hejmareke mezin ji cenazeyan werin dîtin."
Tûgay piştre di daxuyaniyekê de diyar kirin ku ew plan dikin ku îro êvarê derdora saet 20:00 cenaze teslîm bikin.
Ev pêşketin du roj piştî teslîmkirina cenazeyên sê efser û leşkerên siyonîst ji teref Tûgayan ve pêk hat.
Artêşa îşxalker herêma bi navê "xeta zer" kontrol dike, ku ji bakurê Şerîda Xezzeyê heta derdora bajarê Refahê li başûr dirêj dibe û nîvê herêmê digire nav xwe.
Ji dema ku peymana agirbestê di Cotmeha borî de ket meriyetê, Hamasê 20 êsîrên sîyonîst sax û cenazeyên yên din vegerandiye. Tevger îddîa dike ku derxistina cenazeyên mayî "ji ber wêraniya mezin a ku ji ber şer hiştiye dê wext bigire."
Li gorî ofîsa medyayê ya hikûmetê li Xezzeyê, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di encama qirkirina siyonîstan de zêdetirî 68.000 kes şehîd bûne û zêdetirî 170.000 kes jî birîndar bûne. Di êrîşan de zêdetirî 90% ji binesaziya sivîl a li herêmê wêran bûye û nêzîkî 9.500 Filistînî hîn jî winda ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mûsa Ebû Merzûk, endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê, diyar kir ku hêza leşkerî ya navneteweyî ya ku li Xezzeyê tê plankirin nikare şûna artêşa îşxalker bigire. Ebû Merzûk tekez kir ku ev plan xizmeta berjewendiyên Emrîkayê dike.
Li wîlayeta Kentuckya Emrîkayê balafireke kargoyê ya aîdê şîrketa kargoyê ya UPSê, piştî ku ji bo firînê rabû di nav demeke kurt de ket xwarê, di encamê de 7 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Chhattisgarh Hîndistanê qezaya trênê pêk hat, di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Qesra Spî ragihand ku Serokê Emrîkayê Donald Trump dê roja Duşemê ya bê bi Serokê Sûrîyeyê Ahmed El Şera re bicive.