Qezenca Starbucksê helîya: Desteka ji rejima sîyonîst re, bi boyqotê bersivê dît

Starbucksa ku bi banga mirovên ku ji qetlîamên li Xezzeyê re bêdeng neman li gelek welatan hat boyqotkirin, di çaryeka sêyemîn a sala 2025an de ji kara xwe zerareke mezin kir.
Starbucksa ku fîrmayeke qehweyê ye û navenda wî li Emrîkayê ye, ji ber ku destekê dida rejima sîyonîst li gelek welat û bajaran dihat boyqotkirin.
Boyqota ku li hember Starbucksê dihat kirin bi taybetî piştî 7ê Cotmeha 2023yan dest pê kir, û bala bi milyonan însanan kişand ser xwe.
Van bertekên ku dihatin nîşandan, xwe di encamên fînansî ya ku di çaryeka sêyemîn a sala 2025an de hatîye diyarkirin nîşan da.
Firotinên febrîqeyê ji sedî 2 kêm bûn. Li Emrîkaya Başûr û Emrîkayê jî di heman pileyî de kêmbûn çêbû.
Net kara Starbucksê ji sedî 47,1 kêm bû û ket binê 558,3 milyon dolarî.
Qezenca fîrmayê tenê li Çînê ji sedî 2 zêde bûye. Encax li giştîyê cîhanê bi taybetî di nav ciwanan de ji ber sekina sîyasî, qîmeta şîrketê ketîye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji Xezzeya ku divê rojane 800 qamyon bikeve hindir re, tenê qasî 5 qamyonan alîkarî ji hewayê hat şandin, ev jî bû sedema nerazîbûnê.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 60 hezar û 332an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 147 hezar û 743 kesan.
Mezintirîn şîrketa rafineriya petrolê ya Pakistanê, Cnergyico, dê di Cotmehê de 1 milyon bermîl petrola Navînî ya Teksasa Rojava ya Emrîkayî (WTI) îtxal bike.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, biryara ku ew ê ji hilberînên ji Tirkîyeyê re têne îthalkirin re ji sedî 15 baca gimrikê bê anîtin erê kir. Hat desntîşankirin ku ew ê ev biryar di nav 7 rojan de bikeve merîyetê.