Rejîma îşxalker a sîyonîst li Xezzeyê êrîşî navenda alîkariyê kir: 3 şehîd, 46 birîndar

Di êrîşa li ser navenda belavkirina alîkariyê ya li bajarê Refahê de 3 Filistînî hatin kuştin û 46 kes jî birîndar bûn.
Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê li Xezzeyê ragihand ku sîvîlên birçî yên ku li navenda belavkirina alîkariyan kom bûbûn, ji teref hêzên rejîma terorîst ve bi guleyên rastîn hatine hedefgirtin.
Ji ber êrîşê hêna jî heft kes winda ne.
Rayedaran tekez kirin ku rejîma terorê ya sîyonîst bi van êrîşan bi zanebûn sîvîlan hedef girtiye û ev beşek ji planeke sîstematîk a qirkirin û koçberkirina bi darê zorê ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tiştê ku li Refahê qewimî "komkujiyeke xwînsar û sûcê şer" e.
"Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezzeyê" ku tê texmînkirin ku ji teref Emrîka û rejîma terorîst îsraîl ve tê piştgirîkirin û di rojên dawî de dest bi çalakiyên xwe kiriye, bi kaosa ku li xalên belavkirina alîkariyan hat jiyîn derket pêş.
Li gorî raporên medyaya herêmî, dema ku bi hezaran Filistînî ber bi navendên belavkirinê ve diherikin, tê gotin ku efserên Amerîkî gule ber bi hewayê ve reşandine.
Hat îddîakirin ku ev weqf bi armanca jiholêrakirina NY û rêxistinên din ên alîkariyê yên serbixwe hatiye damezrandin. Rêveberê Cîbicîkar ê rêxistinê Jake Wood, ragihand ku wî rojek berî ku dest bi kar bike îstifa kiriye, û got ku "wî nexwest bibe amûrek ji bo planeke ku bi prensîbên mirovî re ne lihevhatî ye".
Hikûmeta li Xezzeyê bang li NY û civaka navneteweyî kir ku bi lez mudaxele bikin, daxwaz kir ku deriyên sînor bê sînorkirin werin vekirin, rê bê dayîn ku ajansên alîkariyê bi azadî bixebitin û komîteyên lêpirsînê yên navneteweyî yên serbixwe ji bo Xezzeyê werin şandin.
Her wiha hate tekez kirin ku rejîma îşxalker a sîyonîst bi astengkirina herikîna alîkariyan birçîbûn wekî çek bikar aniye û ev sûcek li dijî mirovahiyê ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Konseya Sîyasî ya Bilind ê Yemenê Mehdi el-Meşat weha got, “Em ji bo balafirên sîyonîstên dijmin xwedî qabîlîyetek in. Di demeke nêz de em ê derheqê van balafiran de geşedanîyên kêfxweş bi gelê xwe re parve bikin.”
Li nêzê Girava Hokkaidoya bakurê Japonyayê di mezinahîya 6,1an de erdhejek çêbû.
Li Şilîya Nîjeryayê ji ber barana barîya, lehîyeke mezin çêbû. Rayedaran îfade kirin ku di encama lehîyê de herî kêm 150 kesan canê xwe ji dest dan.
Di êrîşeke ku li bakurê Xezzeyê û Xan Yûnisê hat lidarxistin de malbatekî bi temamî tune bû, 7 kes şehîd bûn.