Rejîma îşxalker li Cenînê du ciwanan bêyî darizandin, digel teslîmbûna wan, înfaz kirin
Rejîma îşxalker du ciwanên Filistînî yên li malekê li bajarê Cenînê yê bakurê Şerîaya Rojava dorpêç kirin û ji mesafeyeke nêzîk ve gule li wan reşandin û bê daraz wan îdam kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, Konseya Giştî ya Karûbarên Sivîl ragihand ku El-Muntasir Billah Mehmûd Qasim Abdullah ê 26 salî û Yûsif Elî Yûsif Asaîsa ê 37 salî li herêma Cebel Ebû Zahir bi guleya rejîma îşxalker şehîd bûn û rejîma îşxalker dest danî ser cenazeyên şehîdan.
Çavkaniyên herêmî gotin ku rejima îşxalker ketiye herêma Cebel Ebû Zahir, malek dorpêç kiriye û ciwanekî ku ew girtiye, lê daye.
Çavkaniyan diyar kirin ku di dema dorpêçkirinê de du ciwan ji malê derketin û teslîm bûn, lê rejîma îşxalker ciwanan neçar kir ku dîsa bikevin hundirê malê, dû re gule li wan reşand û ciwan li cihê bûyerê şehîd bûn.
Çavkaniyan ragihandin ku ciwanan ji nêz ve gulebaran kirine, û her çend pevçûn an tehdîd tune bû jî, eşkere bû ku rejîma îşxalker niyeta wê hebû ku wan bê daraz li cihê bûyerê bidarve bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa îşxalkeran a li ser bajarokê Beyt Cinn ê Quneytrayê de di nav de du zarok û du jin jî hene bi tevahî 13 kesan canê xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan, di şer de sê leşkerên îşxalker birîndar bûn, ku yek ji wan rewşa wî giran e.
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Sûdanê 21.2 milyon kes ji ber şerê nêzîkî sê salan ê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de bi birçîbûneke giran re rû bi rû ne.
Hejmara qurbaniyên şewata mezin a li Wang Fuk Site ya li navçeya Tai Po ya Hong Kongê gihîşt 94 kesan û herî kêm 270 kes jî winda ne.