Rejîma îşxalker li Şerîaya Rojava bi dehan kes desteser kir
Rejîma îşxalker di saetên serê sibê de li Şerîaya Rojava gelek deverên Şerîaya Rojava girt û nêzîkî 30 kes desteser kir.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku rejîma îşxalker 21 kes ji gundê Salim ê li rojhilatê Nablusê, ku di nav wan de esîrên berê jî hene, desteserkirine û piştî lêpirsîna wan rejîmê ew berdane.
Rejîma îşxalker lêkolîner û nivîskara Filistînî Sari Orabi di serdegirtina mala wî ya li gundê Refat, li bakurê rojavayê Qudsê de desteser kir. Li gorî agahiyan, Orabi esîrekî berê ye ku berê ji aliyê hêzên îşxalker ve hatiye esîrgirtin û bi salan di zindanên îşxalker de maye.
Rejîma îşxalker di serdegirtina gundê Arura yê li bakurê Ramallahê de esîrê berê Teysir Hasib jî ji nû ve desteser kir.
Her wiha li gorî raporê, rejima îşxalker piştî serdegirtina mala wan, Nasser Mufrec û kurê wî Amr li gundê Arura desteser kirine.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku rejîma îşxalker êrîşî gundê Karawat Beni Zeid ê li bakur-rojavayê Ramallahê kiriye û ciwanekî bi navê Muhammed El-Bergusî desteser kiriye.
Rejîma îşxalker Îbrahîm el-Huranî ji bajarê Qelqeliyê û ciwanekî nenas ji bajarokê Beyt Yazan ê rojavayê Nablusê desteser kirin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzên îşxalker Naîl Uweys û kurê wî Kerem, û Ebdulcebîr Uweys û kurê wî Amr ji gundê El-Lubben El-Şerqiye yê li rojhilatê Nablusê desteser kirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Nûnerê Amerîkî Steve Witkoff ragihand ku merhaleya duyemîn a peymana Xezzeyê dê di destpêka meha bê de dest pê bike, di heman demê de Hamasê bal kişand ser îxlalkirinên berdewam ên rejîma sîyonîst ku pêvajoyê têk dibin.
Raportora Taybet a NY Rim es-Salim diyar kir ku tundûtûjiya cinsî bi awayekî sîstematîk wekî "çekek şer" li kampên penaberan li Sûdanê tê bikar anîn, û bûyeran wekî "bi awayekî bêhempa hovane û wêranker" bi nav kir.
Hikûmeta Yemenê ya ku di qada navneteweyî de tê nasîn û koma Ensarullah peymanek îmze kirin ji bo derxistin û guhertina bi hezaran cenazeyên ji her du aliyên şer.