Rejima îşxalker li sînora Sûrîyeyê 3 kesan desteser kir

Rejima îşxalker, ket nav herêma Kuneytraya Sûrîyeyê û 3 kesan desteser kir.
Hêzên sîyonîst ên girêdayê rejima îşxalker, ketin nav bajarokên Ayn el-Zeytûn û El-Devvayeya Kuneytrayê, û avêtin ser malên sîvîlan, di encamê de sê kesan desteser kirin. Di nav sîvîlên ku hatine desteserkirin de zarokekî jî heye.
Hat îfadekirin ku hêzên îşxalkeran bi deh wesayît û kuçikên polêsan ketin nav bajarokan û pir dirêj neman.
Aqubeta 3 kesên ku hatine desteserkirin hêj nayê zanîn.
Çavkanîyên herêmê, destnîşan kirin ku li bajara Kuneytrayê, li gelek herêmên nêzê xeta agirbestê îşxalkeran dîsa tevdigerin û li cîhê xwe nasekinin.
Tê diyarkirin ku hêzên sîyonîstan erdê dikolin, bi axê sîperan çêdikin. Xeyn ji vana dengê teqînan ku sedema wan nayê zanîn jî têne bihîstandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê û hezazê li wîlayeta Hîmaçal Pradeş a Hindistanê gihîşt 78 kesan.
Di daxuyaniya hevbeş a civîna BRICSê de hat diyarkirin ku divê hêzên işxalker bi tevahî ji Xezzeyê û hemû axên Filistînî yên îşxalkirî vekişin û divê li Xezzeyê agirbestek bê şert û merc bê damezrandin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 523yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 136 hezar û 617 kesan.