Rejima qirker, li Xezzeyê 5 Filistînîyan şehîd kir
Rejima îşxalker a qatil li herêmên cuda yên Şerîda Xezzeyê êrîşan pêk anît, di encamê de 3 jê zarok 5 Filistînî şehîd bûn.
Sîyonîstên îşxalker ji bo merhaleya duyemîn a agirbestê cenazeya êsîrê dawîn wek şertek da pêş, li Kampan jî gelek malbat ji ber baran û berfê micadeleya jiyanê didin.
Hat îfadekirin ku sîyonîstan êrîşê bakurê Cîbalîyeyê kirin û bi vê şeklê ji îxlalkirina agirbestê ya sîyonîstan re ev jî hat zêdekirin.
Li gorî agahîyan ji ber ku rejima îşxalker gule li ser çadirên li Kampa Cîbalîyeyê reşandîye zarokekî ji serê xwe giran birîndar bû.
Xeyn ji van agahîyan sîyonîstan gotin ku ew Filistînîyekî jî ji ber ku “xeta ewlehîyê derbas kirîye” kuştine. Hat îddîakirin ku du kes xeta zer derbas kirine û leşkerên sîyonîstan “tehdîd kirine”
Gelê Xezzeyê jî di bin van êrîş û bomberdmanan de, ji ber baran û hewaya sar jî jiyana micadeleyê didin. Yekîneya Parastina Sîvîl a Xezzeyê, îfade kir ku 250 hezar malbat di bin çadirên rizî de bi hewaya sar û avên lehîyê re micadeleyê didin. Ji ber barana tund bi hezaran çadin bi temamî di bin avê de man.
Ji ber dorpêça terorîstên sîyonîst amûrên alîkarîyê û sitargehan jî nayên kirin nav Xezzeyê, ji ber vê yekê jiyana li kampan bûye wek bêîmkanîyekî. Ji ber êrîşên du salî gelek çadir hatin bomberdmankirin yên ku mane jî ji vê şert û mercan re nabin.
Di heman demê de ji çapemenîya Emrîkayê jî tê gotin ku Trump giranîya karê xwe daye derbasbûna merhaleya duyemîn. Li gorî nûçeyek Washington Postê, rayedarekî Emrîkayê gotîye dema ku cenazeya êsîrê dawîn were dayîn ew ê derbasî merhaleya duyemîn bibin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajarê Tver ê Rûsyayê, di êrîşa dronê de 7 kes birîndar bûn.
Ji ber hewaya dijwar a serma, li Xezzeyê kampên konan di bin avê de man, ji ber serma û hilweşînê neh Filistînî şehîd bûn. Bi hezaran kon wêran bûn û bi deh hezaran kes bêparastin man.
Li başûrê Hîndistanê otobûs gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 9 kes mirin, 29 kes jî birîndar bûn.
Balafirên herbê yên sîyonîstên îşxalker êrîşê derdorê bajaroka Ansar û herêmên çîya û gelîyên Libnanê kirin.