Li çend herêmên cuda yên Şerîaya Rojavaya îşxalkirî 22 Filistînîyên dinê jî ji teref rejima îşxalker a sîyonîst ve hatin desteserkirin.
Li gorî xebera WAFAyê, rejima îşxalker êrîşî Şerîaya Rojavayê kir.
Leşkerên qaşo yên rejima îşxalker a sîyonîst, avêtin ser gundê ez-Zebîdata bajara Erîhayê, di serdegirtinê de 20 Filistînîyan êsîr girtin.
Îşxalkeran, di avêtina ser bajaroka Duraya bajara El Xelîlê de 2 kesan êsîr girtin.
Di xeberê de hat îfadekirin ku Filistînîyan di dema serdegirtinê de hatine derbkirin û dûçarê tehdîdan mane, di heman demê de malên wan jî hatine wêrankirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 645an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 12an.
Wezareta Parastina Netewî, diyar kir ku ew li rojavayê 9 PKK/YPGyîyên ku hazirîya êrîşê dikirin kuştine.
Wezîrê Karên Derve yê bireveberîya nû ya Sûrîyeyê ku piştî ketina rejima Esadê li Sûrîyeyê hatibû damezrandin Esad Hasan Şeybanî, di daxuyanîya ku bi Tirkî kir de weha got, “Ji bo temsîlkarîya Sûrîyeya nû, emê ji Tirkîyeyê re zîyareta xwe ya ewil a fermî li dar bixin.”
Çapemenîya îşxalê, nivîsand ku HAMASê di pevguhertina êsîran de cenazeya serokê şehîd Yahya Sînwar jî dixwaze lê ew ê îşxalkeran vê daxwaza wan qebûl nekin.