Rûsyayê êrîşî Kîevê kir: 6 mirî, 52 birîndar

Di êrîşa asmanî ya Rûsyayê, li ser Kîeva paytexta Ukraynayê de herî kêm şeş kes hatin kuştin û 52 kes birîndar bûn.
Rayedarên herêmî gotin ku di êrîşên mûşekî û firokeyên bêmirov ên Rûsyayê yên roja Pêncşemê li ser Kîeva paytexta Ukraynayê, herî kêm şeş kes hatin kuştin û 52 kes birîndar bûn.
Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Bajarê Kîevê Timur Tkachenko di posteke Telegramê de got ku zarokekî şeş salî di nav qurbaniyan de ye.
Di êrîşê de, ku 27 deverên bajêr hedef girtibûn, beşek ji avahiyek apartmanan a neh qatî hate hilweşandin.
Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko got ku avahiyek apartmanan li navçeya Solomianskyi ya rojavayê bajêr bi giranî zirar dîtiye.
Tkachenko got ku li deverên ku êrîş lê çêbûne, xebatên rizgarkirinê berdewam dikin û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Di heman demê de, Serokkomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li ser Telegramê diyar kir ku Rûsyayê roja Pêncşemê zêdetirî 300 balafirên bêmirov û heşt mûşek avêtine Ukraynayê, ku piraniya wan Kîevê hedef girtine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji Xezzeya ku divê rojane 800 qamyon bikeve hindir re, tenê qasî 5 qamyonan alîkarî ji hewayê hat şandin, ev jî bû sedema nerazîbûnê.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 60 hezar û 332an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 147 hezar û 743 kesan.
Mezintirîn şîrketa rafineriya petrolê ya Pakistanê, Cnergyico, dê di Cotmehê de 1 milyon bermîl petrola Navînî ya Teksasa Rojava ya Emrîkayî (WTI) îtxal bike.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, biryara ku ew ê ji hilberînên ji Tirkîyeyê re têne îthalkirin re ji sedî 15 baca gimrikê bê anîtin erê kir. Hat desntîşankirin ku ew ê ev biryar di nav 7 rojan de bikeve merîyetê.