Sê êsîrên îşxalker ji Komîteya Xaça Sor re hatin teslîmkirin

Di tûra 6emîn a pevguhertina êsîran ku di navbera HAMAS û rejima îşxalker de hatîye îmzekirin de, 3 êsîrên îşxalker ji Komîteya Xaça Sor re hatin teslîmkirin.
Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê û Tûgayên Qudsê yên girêdayê Cîhada Îslamî, li Xan Yûnisê teslîmkirina 3 êsîran dawî kir.
Hat îfadekirin ku ev teslîmkirina 6emîn li nêzê mala Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Yahya Sînwar hat tertîpkirin.
Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê û Tûgayên Qudsê yên girêdayê Cîhada Îslamî, pêvajoya teslîmkirina êsîran a ji Komîteya Xaça Sor re îdare kirin.
Êsîrên îşxalker ku ji platformê re hatin derxistin, ji berxwedana Filistînê re teşekuran kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hukûmeta Komara Demokratîk a Kongoyê ragihand ku , Artêşa Ruandayê û hêzên Hereketa 23ê Adarê (M23) Bukavuya paytexta Kîvû-Başurê bi dest xistine.
Li Bolîvyayê otobusek ket zinarekî û herî kêm 31 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Naîm Qasim helwesta Serokê Emerîkayê Donald Trump a der barê Filistînê de weke "qirkirina siyasî" bi nav kir.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 271 kesan û 111 hezar û 693 kes jî birîndar bûn.