Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 48 hezar û 271 kesan

Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 271 kesan û 111 hezar û 693 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê yê Xezzeyê bi daxuyanîya ku belav kir got ku di encama êrîşên 24 seatên dawî de 1 kes şehîd bû û neaşên 6 şehîdên din jî hatine dîtin ku bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku li Xezzeyê şehîd ketin derket 48 hezar û 271 kesan.
Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.
Piştî agirbestê cenazeyên gelek şehîdan di bin avahiyên hilweşiyayî de û li kolanên ku ji ber êrîşan nehatin dîtin, hatin dîtin.
Her wiha ji ber bermahiyên rejîma îşxalker a sîyonîst teqîn çêdibin û dibine sedema birîndar û şehîdbûna Filistînîyan.
Di 24 saetên dawî de bi giştî 6 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan.
Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 48 hezar û 271 kes şehîd bûn û 111 hezar û 693 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Konseya Têkilîyên Îslam-Emerîkî (CAIR), ji ber piştgiriya wê ya ji binpêkirinên mafên mirovan li Xezzeyê doz li dijî hikûmeta Emerîkayê vekir. Dozên wê bi rêveberiya nû werin veguhestin berdewam bikin.
Êsîrê filistînî Naîl el-Berxusî yê ku 45 sal di zîndanîn siyonîstan îşxalker de derbas kir wê di rojên pêş de azad bibe.
Wezareta Karên Dîn û Weqfana Xezzeyê ragihand ku ji ber êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst ji 1244 mescîdên li Şerîda Xezzeyê 1109 mescîd hilweşîyane.
Hêzên îşxalê yê siyonîst, duh di demên şevê de hîn bêhtir erebeyên leşkerî û buldozeran şand bajarê Tulkerîmê û qampên Tulkerîm, Nur Şemsê. Li herêmê êrîşên hilweşandin, xerakirin û şewitandina xaniyên didome.