Sîyonîstên îşxalker li Ramallahê sê wesayîtên Filistînî şewitandin
Çeteyên sîyonîst ên îşxalker di êrîşa xwe ya li ser gundê El-Muxayir ê li bakurê rojhilatê Ramallahê de sê wesayîtên Filistînî şewitandin.
Emîn Ebû Alya, serokê Meclisa Gundê El-Muxayir, got ku îşxalkerên siyonîst êrîşî rojavayê gund kirin û sê wesayît şewitandin, û gundiyan li hember îşxalkeran li ber xwe dan û neçar kirin ku niştecihên gund paşve vekişin.
Ebû Alya diyar kir ku piştî êrîşa sîyonîstên îşxalker, hêzên îşxalker jî êrîşî gund kirine û ti kes ji niştecihên gund nemiriye û birîndar nebûye.
Sîyonîstên îşxalker li nêzîkî Geliyê Merc Siya di navbera gundên El-Muxayîr û Ebû Felah de bi keviran êrîşî wesayîtên Filistînî kirin.
Hat diyarkirin ku binpêkirinên siyonîstan ên ku di bin sîwana hêzên îşxalker de Şerîaya Rojava terorîze dikin, êrîşî mal û wesayîtên Filistîniyan dikin û erdên çandiniyê talan dikin, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, dema ku artêşa îşxalker li Şerîda Xezzeyê qirkirin da destpêkirin, zêdetir bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Misirê, ji bona ku tevlî lêgerîna êsîrên îşxalker bibînin ekîbek nû ya ekskavatoran şandiye Xezzeyê.
Ji ber ku li Elmanyayê şoba mirîşkan zêde bûye, heta niha 400 hezar mirîşk, werdek, qaz û elok hatin telifandin.
Li Abasan El Kebîraya li rojhilata Xan Yûnisê komeke sîvîl bûn hedefê sîyonîstan, di encamê de 2 kes şehîd bûn, kesek jî birîndar bû.
Artêşa rejima îşxalker, li Libnanê bi ÎHAyan êrîşên asîmanî li dar xist, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.