Sîyonîstan digel agirbestê êrîşan kirin: Şehîdek, gelek birîndar
Rejima îşxalker dîsa agirbestê îxlal kir û êrîşan pêk anît, di encamê de Filistînîyekî şehîd bû, gelek kes jî birîndar bûn.
Êrîşa îxlalkirinê li herêma rojhilata Xezzeyê pêk hat. Rejima sîyonîst li dijî herêma Şûcaîye û herêma Şiafê êrîşa asîmanî li dar xist.
Berdevkê Parastina Sîvîl a Xezzeyê Mahmud Basal, diyar kir ku êrîş li herêma ku sîvîl lê dijîyan hat lidarxistin û ekîbên tenduristîyê jî ji ber bomberdmanan nikarin biçin herêmê.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê jî daxuyand ku di nav 72 saetên dawîn de 17 şehîd (15 ji wan ji bin kavilan hatin derxistin) û 3 birîndar ji nexweşxaneyê re hatin gihandin. Wezaret daxuyand ku hêna jî gelek şehîd di bin kavilan de ne û ekîbên tenduristîyê û ambûlans nikarin bikevin herêmê.
Li gorî wezaretê, ji 10ê Mijdara 2025an ku destpêkirina agirbestê ye ve heta niha 266 Filistînî şehîd bûb, 635 Filistînî jî birîndar bûn. 548 kes jî ji bin kavilan hatin derxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Her çiqas trajediya ku ji ber barana dawî li Xezzeyê qewimî dilê mirov diêşîne jî, mixabin bi deh hezaran konteynerên ku dihat texmînkirin ku ji bo xelkê herêmê rehetiyek girîng bînin, li ser sînorê Misrê li bendê ne.
Dadgeha Tawanên Navneteweyî ya Bangladeşê, Serokwezîra berê Şêx Hesîna bi sûcên li dijî mirovahiyê, ji ber bersiva tund a hikûmeta wê ya li hember xwepêşandanên xwendekaran ên par, cezayê darvekirinê da.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhaf Ebû Qesra li Şamê şandeyeke payebilind a Rûsyayê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Yunus-Bek Yevkurov mazûvaniya kir. Civîn li ser xurtkirina hevkariya leşkerî û pêşxistina mekanîzmayên hevrêziya hevbeş bû.
Otobûsek ku rêwîyên umrê di nav de bûn dema ku ji Mekkeyê diçûn Medîneyê li tanekerekî qelibî. Li gorî diyarîyên ewil di encamê de 42 an jî 45 kes canê xwe ji dest dane, di nav mirîyan pîrek û zarok jî hene.