Seferên hewayî yên di navbera Îran û Îmaratê de wê vê hefteyê ji nû ve dest pê bikin
Desteya Hewayî ya Sivîl a Îranê ragihand ku seferên asmanî yên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Îmaratê de, ku hatibûn sekinandin, vê hefteyê ew ê ji nû ve dest pê bikin.
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNA, berdevkê Rêxistina Hewayî ya Sivîl a Îranê Mecîd Îxwan, derbarê ji nû ve destpêkirina trafîka hewayî ya di navbera herdu welatan de daxuyanî da.
Hat ragihandin ku piştî hevdîtin û têkiliyên dîplomatîk ên di navbera rayedarên hewayî yên sivîl ên Îran û Îmaratê de, seferên asmanî yên herdu aliyan vê hefteyê ew ê ji nû ve dest pê bikin.
Piştî êrîşên Emrîka û rejîma sîyonîst ên li ser Îranê di 28ê Sibatê de, seferên hewayî yên di navbera Îran û Îmaratê de ji ber sedemên ewlehiyê hatin rawestandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên îşxalker ên sîyonîstan li Nablusê malek dorpêç kirin û girtin, ciwanekî Filistînî esîr girtin. Di dema serdegirtinê de kurekî 14 salî hate lêdan û birîndar kirin.
Serokwezîr Zeydî tekez kir ku li derveyî saziyên dewletê çek nayên bikaranîn.
Siyonîstên îşxalker sê êrîşên bejayî yên cuda li deverên gundewarî yên Dera û Quneytrayê yên Sûrîyeyê kirin, û ketin nav wargehên sivîlan.