Serfermandarê Giştî yê Îranê Muhemed Baqirî di êrîşa rejîma sîyonîst de şehîd bû

Serfermandarê Giştî yê Îranê Muhemed Baqirî di êrîşeke asmanî ya rejîma sîyonîst de şehîd bû. Her çend medyaya Îranê şehîdbûna wî piştrast kir jî, berê hatibû ragihandin ku ew sax e.
Serfermandarê Giştî yê Îranê, Muhemed Baqirî, di êrîşeke asmanî ya rejîma sîyonîst de li ser Îranê şehîd bû. Ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê, Fars, şehîdbûna Baqirî ragihand.
Berê ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA ragihandibû ku Baqirî sax e û li odeya şer li ser wezîfeya xwe ye. Lêbelê, geşedanên dawî şehadeta Baqirî piştrast kirin.
Rejîma sîyonîst di êrîşeke bi navê "Operasyona Şêrê Zû" de binesaziya nukleerî û leşkerî ya Îranê hedef girt. Di êrîşê de Fermandarê Pasdaranan Huseyîn Selamî û du zanyarên nukleerî jî hatin şehîdkirin. Hikûmeta qaşo rejîma sîyonîst îddîa kir ku armanc ew e ku êrîş pêşî li hewldanên Îranê yên ji bo pêşxistina çekên nukleerî bigire.
Hikûmeta Îranê êrîş wekî "êrîşeke barbar a rejîma sîyonîst" bi nav kir û tehdîda tolhildanê kir. Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan diyar kir ku êrîş "wê îradeya Îranê ya berxwedanê neşkîne". Îranê soz da ku di bersiva êrîşê de êrîşî hedefên rejîma sîyonîst bike.
Şehadeta Baqirî di warê leşkerî û sîyasî ya Îranê de wek windahiyek girîng tê hesibandin. Baqirî ji sala 2016an vir ve wek Serfermandarê Giştî yê Îranê kar dikir û di stratejiyên leşkerî yên welatê xwe de kesayetiyek girîng bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, diyar kir ku êrîşên rejima îşxalker hêna jî berdewam dikin, di encama êrîşên ku nav 48 seatên dawîn hatin lidarxistin de 90 kes şehîd bûn, 605 kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst di êrîşa li dijî Îranê de sîvîlan hedef girt. Di êrîşa ku li kompleksa qonit a Çamranê ya li Tehranê hat lidarxistin de 60 sîvîl şehîd bûn. Îranê, diyar kir ku ew ê tolhildan berdewam bikin û êrîş bêbersiv nemînin.
Îranê, di pêvajoya tolhildanê de ket nav merhaleyekî nû. Çavkanîyên leşkerî yên Îranê, daxuyandin ku ew ê di rojên pêş de ne tenê axên îşxalkirî bikin hedefên xwe, ew ê baregehên herêmê yên Emrîkayê jî hedef bigrin.
Nûnerê Daîmî yê Îranê li NY ragihand ku di êrîşa rejîma sîyonîstî ya li ser Îranê de 78 kes şehîd bûne û 320 kes jî birîndar bûne.