Serokê muxalefeta sîyonîstan îtîraf kir: Artêş zarokê Filistînîyan ji kêfê dikuje

Serokê Partîya Demokrat û Alîkarê berê yê Serfermandarê rejima sîyonîstan Yair Golan, bireveberîya Tel Avîvê bi zimaneke tund hedef girt û daxuyand, “Bi normalî, dewletekî li hember sîvîlan herbekî nameşîne, ji bo kêfê zarokan nakuje, gelekî ji cîhê wan nake.”
Golan ji Televîzyona KANa sîyonîstan re axivî, êrîşên bireveberîya Netenyahuyê ya li dijî Xezzeyê rexne kir, destnîşan kir ku van êrîşan armanc dike ku gelê Filistînê ji cîhê wan bike.
Golan, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku di nav hikûmetê de “însanên wek xwîngêr, bêexlaq tijîne û ziîf in”, ev zêhnîyet hebûna rejime dike nav tehdîdê.
Yair Golan, got, “îsraîl di rêya dewletbûna paryayek di nav gelan de dimeşe”, kuştina zarokan a ji teref artêşê ve jî wek “hobî” nirxand.
Daxuyanîya ku hat dayîn di demeke kurt de ji alîyê muxalefetê ve bû sedema bertekên mezin. Serokwezîrê qaşo Binyamîn Netenyahu van sûcan qebûl nekir, û got ku armanca êrîşên ku li Xezzeyê têne kirin, “xelaskirina leşkerên êsîr û tunekirina HAMASê ye” Serokê muxalefeta mezin Yair Lapîd jî gotinên Golanî wek “dere” û “xelata ji dijmin re” nirxand.
Encax ev daxuyanîya ku berê di nav leşkerîyê de wezîfeya paye bilind bikaranîtîye, ji teref pisporên herêmê ve wek “rastîyên ku dihatin veşartin êdî ji hindir ve têne îfşakirin” şîrove kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Artêşa Pakistanê ragihand ku li Belûcistanê di êrîşeke li ser otobuseke dibistanê de pênc kes, di nav de sê zarok, hatine kuştin û êrîş jî "ji teref Hindistanê ve hatiye plankirin û organîzekirin".
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 475an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 121 hezar û 950 kesan.
Li herêma Papuaya Rojava ya Endonezyayê, ekîbên xelaskirinê di nav lehîyê de cesedê 10 kesan dîtin, lê hêna jî 10 kes winda ne.
Li bakurê Efxenistanê di madenekî komirê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 7 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.