Sê êsîrên îşxalker ji Komîteya Xaça Sor re hatin teslîmkirin
![Sê êsîrên îşxalker ji Komîteya Xaça Sor re hatin teslîmkirin Sê êsîrên îşxalker ji Komîteya Xaça Sor re hatin teslîmkirin](/img/NewsGallery/2025/2/15/442719/FeaturedImage/b7cef55b-e1f5-43a3-b118-6b552f6c211f.webp)
Di tûra 6emîn a pevguhertina êsîran ku di navbera HAMAS û rejima îşxalker de hatîye îmzekirin de, 3 êsîrên îşxalker ji Komîteya Xaça Sor re hatin teslîmkirin.
Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê û Tûgayên Qudsê yên girêdayê Cîhada Îslamî, li Xan Yûnisê teslîmkirina 3 êsîran dawî kir.
Hat îfadekirin ku ev teslîmkirina 6emîn li nêzê mala Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Yahya Sînwar hat tertîpkirin.
Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê û Tûgayên Qudsê yên girêdayê Cîhada Îslamî, pêvajoya teslîmkirina êsîran a ji Komîteya Xaça Sor re îdare kirin.
Êsîrên îşxalker ku ji platformê re hatin derxistin, ji berxwedana Filistînê re teşekuran kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Perûyê ji ber ku pirekî 60 metre dirêjahîya wî heye hilweşîya du otobûs û wesayîtekî ketin nav çem. Di qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 41 kes jî birîndar bûn.
Di çarçoveya pevguhertina 6emîn a esîran de li hember 3 esîrên siyonîst 36 cezayê hepsê yê muebbet girtine 369 esîrên din serbest hatin berdan.
Êrîşên hêzên îşxalker ên li ser bajarê Tulkarm û kampên koçberan di roja 20emîn de berdewam dikin.
Baskê leşkerî yê Hereketa Cîhada Îslamî ya Serîyeyên Qudsê, li girtiyê rûsî yê siyonîst Aleksandr Trufanov ku li Şerdîa Xezzeyê girtî ye re ragihand, wê di çarçoveya peymana agirbestê de were berdan.