Sîvîlên ku li Xezzeyê li hêvîya arlîkarîyê bûn hatin hedefgirtin: Doh 50, îro 16 şehîd

Rejima sîyonîst ji noqteyên belavkirina alîkarîyê ya li Xezzeyê hedef girtin, di hedefgirtina Qorîdora Netzarîmê de 16 Filistînî şehîd bûn, ji 100î zêdetir sîvîl jî birîndar bûn. Doh jî di êrîşeke heman de herî kêm 50 sîvîl şehîd bûn.
Êrîşên rejima îşxalker a li ser sîvîlên ku li hêvîya alîkarîyêne tê kirin berdewam dikin. Do êrîşa ku îro li nêzê qorîdora Netzarîmê hat lidarxistin de 16 Filistînî şehîd bûn, ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûn. Hat îfadekirin hinek birîndaran rewşa wan giran in.
Doh jî êrîşeke wek vê êrîşê hat lidarxistin û di encamê de 50 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku li Xan Yûnisê jî li dijî sîvîlên ku li hêvîya alîkarîyê bûn êrîş hatîye lidarxistin, li Taxa Zeytûnê li dijî malekî û li Kampa Penaberên Megazîyê jî bombe hatin avêtin.
Çavkanîyên tenduristîyê, destnîşan kirin ku di êrîşên dawîn de 224 Filistînî şehîd bûn, 1277 kes jî birîndar bûn.
Girtina derîyên sînorê ya ji teref sîyonîstan ve jî rewşê xerabtir dike. Digel banga civaka navneteweyî dîsa jî rejima terorê êrîşên xwe didomîne.
Komên Filistînî diyar dikin ku ev noqteyên alîkarîyê “kemîna mirinê” ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê di operasyonên xwe yên fuzeyî ku di nav 48 seatên dawîn de li dar xist de bi dehan îşxalkerên sîyonîst kuşt û birîndar kir. Tel Avîv, Ramat Gan, Holon û Bîrûssebîyê hatin hedefgirtin. Artêşa îşxalê, du gundên li nêzê tesîsên nukleerî bi acîlî vala kirin.
Fuzeyên Îranê ku vê sibehê axên îşxalkirî hedef girtibû, li mala wezîrê berê yê Derdorê û endamê Partîya Likudê Danny Naveh ket.
Birayên Misilmanan nameyek ji Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyyid Elî Xameneî re şand û piştgiriya xwe ya tevahî li dijî êrîşa sîyonîstan ragihand, sîyonîstan wekî dijminekî hevpar bi nav kir û tekezî li ser yekîtîya ummeta Îslamî kir.