Balafirên herbê yên îşxalkeran, vê sibehê li bakurê bajara Refahê êrîşan li dar xistin, di encama hedefgirtina wesayîtekî de 4 kes şehîd bûn.
Vê sibehê balafirên sîyonîstan wesayîtekî bomberdman kirin. Di êrîşê de herî kêm 4 kes şehîd bûn.
Xeyn ji van agahîyan, îşxalkeran ji rojavaya Kampa Penaberan a Nuseyratê re êrîşên xwe yên topavêtan zêde kirine.
Hat îfadekirin ku heta niha di êrîşên sîyonîstan de 46 hezar û 565 Filistînî şehîd bûn, 109 hezar û 660 mirov jî birîndar bûn. Hat ragihandin hêj bi hezaran mirov di bin kavilan de ne an jî di kolanan de ne. Encax ambûlans û ekîbên xelaskirinê ji ber êrîşan nikarin xwe ji wan re bighêjînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Kyushu ya Japonyayê di mezinahîya 6,9an de erdhej pêk hat.
Sîyonîstên kedxwar di bin parastina hêzên îşxalker de avêtin ser hewşa Mescîda Eqsayê.
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde weha got, “Di nav 72 seatên dawîn de ji 10an zêdetir leşkerên dijmin hatine kuştin û bi dehan leşker jî hatine birîndarkirin. Em bal dikşînin ku zayîadên ku artêşa îşxalê daye, ji yên ku daxuyandine gelek zêdetir e.”
Hat ragihandin ku di şewata daristanan a ku li Los Angelesê bû sedema wêranîyeke mezin de hejmara mirîyan derket 24 kesan.