Hat ragihandin ku di şewata daristanan a ku li Los Angelesê bû sedema wêranîyeke mezin de hejmara mirîyan derket 24 kesan.
Li gorî Walîyê wîlayeta Los Angelesê, 8 ji mirinan ji ber şewata Palisades û 16 jî ji ber şewata Eatonê pêk hatîye.
Şewata Palisadesê, ku niha mezintirîn şewata çalak a li herêma Los Angelesê ye, ji sêşema borî vir ve zêdetirî 23,700 hektar (nêzîkî 96 kîlometrekare) şewitandîye û zêdetirî 5,300 avahî hilweşandîye. Ekîbên ku bêhêvîbûneke mezin dijîn, tenê karîbûn ji sedî 11ê şewatê bixe bin kontrolê.
Şewata Eatonê, ku zêdetirî 14,100 hektar (nêzîkî 57,1 kîlometrekare) li nêzî Altadena û Pasadena şewitî, niha ji sedî 27 vegirtî ye.
Ji roja Yekşemê vir ve, zêdetirî 12,300 avahî hatin hilweşandin û zêdetirî 100,000 kes ji gelek deverên karesatê yên ku zêdetirî 40 hezar hektar (nêzîkî 161,9 kîlometrekare) vedigirin, hatin derxistin.
Tê texmînkirin ku ba heta êvara Çarşemê bilind bibe ji ber ku îtfaiye berdewam e ji bo vemirandina agirên wêranker. Ev dikare xebatên rizgarkirinê hîn dijwartir bike.
Şefê agirkujiyê yê wîlayeta Los Angeles Anthony Marrone got ku ew ba, ligel nemahiya kêm û nebatên pir hişk, dê xetereya şewatê li wîlayeta Los Angeles di "pir bilind" de bihêle. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Derve yê bireveberîya nû ya Sûrîyeyê ku piştî ketina rejima Esadê li Sûrîyeyê hatibû damezrandin Esad Hasan Şeybanî, di daxuyanîya ku bi Tirkî kir de weha got, “Ji bo temsîlkarîya Sûrîyeya nû, emê ji Tirkîyeyê re zîyareta xwe ya ewil a fermî li dar bixin.”
Çapemenîya îşxalê, nivîsand ku HAMASê di pevguhertina êsîran de cenazeya serokê şehîd Yahya Sînwar jî dixwaze lê ew ê îşxalkeran vê daxwaza wan qebûl nekin.
Tevgera Ensarullah, bi fuzeya hîpersonîk a “Filistîn 2”yan Tel Avîvê hedef girt. Bi milyonan îşxalker ketin nav sitargehan.
Li çend herêmên cuda yên Şerîaya Rojavaya îşxalkirî 22 Filistînîyên dinê jî ji teref rejima îşxalker a sîyonîst ve hatin desteserkirin.