Tevgera Ensarullah, bi fuzeya hîpersonîk a “Filistîn 2”yan Tel Avîvê hedef girt. Bi milyonan îşxalker ketin nav sitargehan.
Tevgera Ensarullahê li Yemenê, operasyona wî ya fuzeyî ya li dijî îşxalê, bû sedema tirsê. Îşxalkeran ketin nav sitargehan û di encamê de 11 kes birîndar bûn.
Berdevkê leşkerî ya Tevgera Ensarullahê Yemenê Yahya Serî, daxuyand ku ew bi fuzeya hîpersonîk a “Filistîn 2”yê Wezareta Parastina îşxalkeran hedef girtin. Serî, ragihand ku fuze bi serfirazî gihaşt hedefê û ew di nav 12 seatan de operasyona sêyemîn li dar xistine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 645an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 12an.
Wezareta Parastina Netewî, diyar kir ku ew li rojavayê 9 PKK/YPGyîyên ku hazirîya êrîşê dikirin kuştine.
Wezîrê Karên Derve yê bireveberîya nû ya Sûrîyeyê ku piştî ketina rejima Esadê li Sûrîyeyê hatibû damezrandin Esad Hasan Şeybanî, di daxuyanîya ku bi Tirkî kir de weha got, “Ji bo temsîlkarîya Sûrîyeya nû, emê ji Tirkîyeyê re zîyareta xwe ya ewil a fermî li dar bixin.”
Çapemenîya îşxalê, nivîsand ku HAMASê di pevguhertina êsîran de cenazeya serokê şehîd Yahya Sînwar jî dixwaze lê ew ê îşxalkeran vê daxwaza wan qebûl nekin.