Trump: îsraîl, wê li Şerîaya Rojavayê tiştekî neke
Serokê Emrîkayê Donald Trump, bawer dike ku ew ê rejima îşxalker Şerîaya Rojavayê îlhaq neke.
Trump di daxuyanîya çapemenîyê de axivî û got, “Ji bo Şerîaya Rojavayê endîşe nekin. îsraîl wê li Şerîaya Rojavayê tiştekî neke. Wê li Şerîaya Rojavayê re tiştekî nekin.”
Parlamentoya îşxalê (Knesset), çend roj berê, du pêşmîyarên qanûnê ku ew ê rejima îşxalker li alîyê Şerîaya Rojavayê cîhên xwe yên jîngehê berfirehtir bike qebûl kirîye. Knesset, di 23ê Tîrmehê de diyarîyekî ku bang li hikûmeta îxşalker dike ku bila di vî warî de gavan bavêje qebûl kiribû. 120 endamên parlamentoyê heye û ji wan jî 71 biryara erê dan, 13 kes jî biryara na dan.
Alîkarê Serokê Emrîkayê J.D.Vance jî ev teşebûra îlhaqkirina Şerîaya Rojavayê ya ji teref rejima îşxalker wek “nîşanekî sîyasî ya bi evdalî” wesifand. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di demekê de ku artêşa îşxalker peymana agirbestê îxlal dikir, topan diavêt û xanî li rojhilatê Xezzeyê wêran dikir, hêzên behrê yên îşxalker li peravên Xezzeyê du qeyikên masîgirên Filistînî teqandin û sê masîgir desteserkirin.
Çeteyên sîyonîst ên îşxalker di êrîşa xwe ya li ser gundê El-Muxayir ê li bakurê rojhilatê Ramallahê de sê wesayîtên Filistînî şewitandin.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, diyar kir ku di nav 24 seatên dawîn de 14 kesên dinê jî şehîd bûn, bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan gihîşt 68 hezar û 280an. Tê îfadekirin hêna jî bi hezaran cenazeya Filisînî di bin kavilan de ne.