Trump, planên xwe yên li ser Xezzeyê dîsa anî ziman
![Trump, planên xwe yên li ser Xezzeyê dîsa anî ziman Trump, planên xwe yên li ser Xezzeyê dîsa anî ziman](/img/NewsGallery/2025/2/12/442209/FeaturedImage/02bc1a84-3dd8-481e-b572-81629cab346a.webp)
Donald Trumpê Serokê Emrîkayê, bi Qralê Urdunê re derketin ber kamerayan û dîsa behsa plana mişaxt kirina gelê Xezzeyê kir, piştgirîya xwe da îlhaqkirina Şerîaya Rojava a ji teref rejîma îşxalê ve. jî ji van planan re hewlestekî negirt.
Trump di civîna bi Ebdullahê 2. a Qralê Urdunê re de got, “Ez dixwazim Xezze ji bo cihên tetîlê û bînayên ofîsê wê bibe milkekî bikar.” Trump her wiha ji gotinên xwe yên berê ku digot emê Xezzeyê bikirin vegerîya.
Trump wiha got, “Wê hewce neke ku em bistînin… Em bibin xwediyê Xezzeyê, wê hewce neke ku em bistînin, tiştek ku em bikirin tune ye. Herêmeke ku ji şer zirar dîtiye. Em ê bi dest bixin, em ê biparêzin, em ê qîmetê bidin wê, em ê di dawiyê de bixin meriyetê, li Rojhilata Navîn wê gelek kar ji gelên Rojhilata Navîn re were vekirin. Ew ê ji bo mirovên li Rojhilata Navîn be, lê ez difikirim ku ew bibe elmasek.”
Qral Ebdullah derheqê bicîhkirina li cihekî din a Filistînîyan de got, “Divê em bifikirin ku ev kar wê çawa li gorî her kesî be.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 222 kesan û 111 hezar û 674 kes jî birîndar bûn.
HAMASê bertek nîşanî daxuyaniyên dawî yên Trump da û diyar kir ku planên wan ên koçberiyê ti carî bi ser nakevin û bi şertê ku aliyê îşxalker jî pêgirê agirbestê be, ew ê li gorî agirbestê tevbigerin.
Neteweyên Yekbûyî, diyarkir ku li Xezzeyê ji ber qrîza xwarinê, ji Çileya 2025an ve ji ber xwarina kêm zêdeyî 2 hezar û 300 zarok tên tedawîkirin.