Tûgayên Qessam: Di kemînê de hêzekî sîyonîst kuşt û birîndar kir

Tûgayên Qessam, di kemîna ku li rojhilata Xan Yûnisê li dar xistin de gelek leşkerên sîyonîstan kuştin û birîndar kirin.
Hat daxuyandin ku di kemînê de yekîneya endezyaran hat hedefgirtin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêze endezyar ên ku bi peya dimeşîyan, bi roketa dijî-personelê hatin hedefgirtin, dûre bi çekên makîneyê di mesafeya sifirê de pevçûn pêk hat û yekîneya endezyaran hat hedefgirtin.
Tûgayên Qessam, diyar kir ku piştî pevçûnê du tankên sîyonîstan û buldozerekî lekerî bi roketên “Yasîn 105”an hedef girtin û wan îmhe kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 567an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 610 kesan.
Di şewata avahiyek pirqatî ya li wîlayeta Uttar Pradesh a Hindistanê de, pênc kes ji heman malbatê mirin.
Li navçeya Hualiena Taywanê di mezinahîya 5,7an de erdhejek çêbû.
Pakistan, ji ber fealîyetên êrîşdarîya Hîndistanê ya li Cammû Keşmîrê ji Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) daxwazîya rûniştina îstîşareya acîl û girtî kir.