Urdunê, daxuyand ku ew teşebûrên bicîhkirina Xezzeyîyan a ji Misir û Urdunê re ya Serokê Emrîkayê Donald Trump red dikin.
Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen Safadî, derheqê daxuyanîyên Serokê Emrîkayê Donald Trump ku gotibû ewê Xezzeyîyan bişînin Misir û Urdunê de daxuyanîyek da.
Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen Safadî di daxuyanîya ku da de weha got, “Em tehcîrkirina Filistînîyan red dikin; Ev sekina me ya kesin e. Çareserîya ji meseleya Filistînê re, divê ji bo Filistînîyan çareserîyek be. Urdun yê Urdunîyan e, Filistîn jî ya Filistînîyan e.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îro danê êvarê di dema dorpêçkirina malekê li başûrê Tulkarmê ya li Şerîaya Rojavayê de, di encama gulebarana hêzên îşxalker de ciwanekî ku birîndar bûbû şehîd bû.
Di Festîvala Kumbh Mela ya ku li bajara Prayagraj ê Hindistanê hat lidarxistin de îzdîham pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 15 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 47 hezar û 354 kesan û 111 hezar û 563 kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Uttar Pradeşa bakurê Hîndistanê di dema rîtûela dînî de sehne hilweşîya, di encamê de herî kêm heft kes mirin, ji 50 zêdetir mirov jî birîndar bûn.